muddetêke min be mexfî şîwen wigryan ekem

From the Book:
Dîwanî Muftî Pêncwênî
By:
Mufti Penjweni (1881-1952)
 2 minutes  681 views
muddetêke min be mexfî şîwen û giryan ekem
her xeyałî xak û qewmî mîlletî kurdan ekem
řû be seḧra ser’enêm û quř epêwim piřbedił
bê xeber wa tê egen min bê xemim seyran ekem
awî çeşmey çawekanim wa be hewrî xem teqî
şoxî û yarî be zorî be awekey sîrwan ekem
hênde ẍerqî şînim û xerqem be şînî kirde ber
qîmetî pîroze bê şik zûbezû herzan ekem
bo kesêkî ’aşiqî xakî weten ger bête lam
ger kebabî meř nebê cerg û diłim biryan ekem
min eger lafî edîbî wa le serma bo tema’
key biray xak û weten meylî -Missing tîrbaran ekem
dewłemendî xêłî kurdî xêr û qurbanî eken
min ke bê parem serim bo qewmekem qurban ekem
bêt û ger derçim le xaka, řû be germa bo eçim
řû le şax û berdî şoxî xakî hewraman ekem
em diłî xemnake çunke her heway berzî ewê
carbecarê yadî sewzî gerdinî gařan ekem
daxî daxanim kelîxanim le dest derçû nema
êste wek cafî lemewber arezûy kwêstan ekem
komełî tîpî wenewşe û qariçk û řêwasekey
bo derûnî letletim dermanî wek luqman ekem
min ke darmazûm bibê ta hejde ber bigrê be řîz
taze bo fikirî gułałe û darî hîndistan ekem
derdekanim bê ser û samane çarî nakirê
bem qise û basane em derdane min derman ekem
muftîPen name bo em xêłe ya em xake ta mawî biłê
quř be her dû dest le tewqî ser heta daman ekem