daxekem pênciwên ke wa emřo le to dûr û cyayin

From the Book:
Dîwanî Muftî Pêncwênî
By:
Mufti Penjweni (1881-1952)
 2 minutes  817 views
daxekem pênciwênNamed-Entity ke wa emřo le to dûr û cyayin
to beheşt û ême wek adem lenawta derkirayn
ger becarê qesrî lubnanNamed-Entity bê be cêman dozexe
çunke fêrî awî sardî to û hewa û şax û çyayin
basî řêgey xakî çwarbaxNamed-Entityt hemû mîwey cîhan
ger bibê laman wekû ḧeywanî ser pûş û gyayin
hênde lerzîbûyn le tirsî bûmelerze û zelzele
bê lerz yekser giriftarî nexoşî lerzutayn
naḧez û weḧşî ełên şûmî û bedîy em qewmeye
key beqed xełkî xirab û bedřewişt û řûsyayn
ême nîwey kasbîman serfî pyawî xwa ekird
êste bo bem core gîrodey do’ay şêx û melayn
wa’îzîş we’zî eda eyut musułmanîn hemû
boye têkeł zelzele û aşûbe û derd û bełayn
şêxî îrşadîş ełê pêwîste to bew pirç û def
wa ezanê na musułman û newîstî lay xiwayn
takû to mabûy gedakanit wekû şa bûn hemû
êste bê to pûş birincîn û bebê qedir û behayn
awî sard û xakî cwan û serwetî lêşawî to
hênde xełkî ahî bo kêşa le her sê beş biřayn
çawî bed bû hêzî gerdûn hêrşî hênayte ser
toy kutupiř têk şikand û ême wek leşker şikayn
ger felek řeḧmî bibê bem ḧałe bithêłêtewe
çiş ke wêranî be berd û xak û xołîşt řezayn
ca le beynî wa’îz û şêxa munafatêk heye
ême naçarîn be herdû la biłêyn qurban wehayn
tê’ega muftîPen name be bê to qîmet û qedrî nema
nayewê carê bimanbînê be her kes aşnayn