merdane le des weḧşet û nadanî hełatim

pênc xiştekî muftî leser şî’rî gîwî mukiryanî
From the Book:
Dîwanî Muftî Pêncwênî
By:
Mufti Penjweni (1881-1952)
 2 minutes  647 views
merdane le des weḧşet û nadanî hełatim
ḧaşa le hemû nî’met û xorişt û beratim
hestan le xewî ẍefłete esbabî necatim
naydem be felek zemzeme û şorî wiłatim
qurbanî ekem řoḧ û ser û mał û ḧeyatim
řêy řastîne bê şik le hemû ’uqde řehabûn
ger têkî neda hoş û xeyałim desî gerdûn
çîm dawe le fêł û tełekey wa’îz û axûn
şêx nîm ke be tezbêḧ û řyabazî û efsûn
wek aşê be danî em û ew la bê nîşatim
pêm xoşe sepanêkî der û deşt û ’erizkêł
nek bim be du’anûs û biřom řûkeme naw xêł
yaxû be xelîfêkî mil’estûrî řidên bêł
ya kolkemelayê be ’eba û mêzerî piř fêł
derwêzeyî îḧsan ekem û seriftir û zekatim
têy hełde le jînî temełî û ḧîzî û sistî
ya nanî kesîfî be temay xizmetî pestî
wiryam û bedił dujminî bêhoşî û mestî
dûrim le me’aşxorî û bêganeperestî
îspatî eka jînim û lafawî ḧeyatim
le’net le kesê bê be weten xa’in û napak
řoḧêkî nebê berz û diłêkî geş û řûnak
heqbêjim û heqnûsim û bê tirsim û çalak
kurdêkî dilêrim le hemû gerdişê bêbak
řołêkî wefadarim û piř ’ezim û subatim
bê deng û seda dił le kułanaye be sed coş
wa ḧałîye dujmin ke keř û gêjim û bêhoş
ba pê bikenê pêm û bijî êste be diłxoş
wek şêrî jyan carê ke min matim û xamoş
seyyadî kemîn çaweřêyî derfet û hatim
muftîPen name wekû xełkî mebe talb be zeř û zîw
bêhude mesûřê le byaban û çem û şîw
naḧez wekû dabeste zikî piř le bez û pîw
sûřanî felek -Missing dê nobeyî meş gîwPen name
azadî û serbestîye diłxiwaz û awatim