çende naxoşe dengî keryetî

From the Book:
Dîwanî Samî Ewdal
By:
Sami Awdal (1910-1985)
 1 minutes  435 views
çende naxoşe dengî keryetî
debne şahîdî bo bê qîmetî
bonî pîsî dê wek çeşmey erbîl
zana wiř deka bê ḧeqîqetî
***
mexsûdî xuda dengî ker nîye
dengî nezanî û la esasîye
mêşkî zanayan çak dehejênê
çunke keryetîş wek şeytanîye
***
le samî cehil bo kwê řabkem
bo lay kê biçim îşim ça bikem
cehil bimrênim lebin pêy binêm
bo xwa le zanîn ta xom şa bikem