le kiçêkî merd û jîr

From the Book:
Dîwanî Samî Ewdal
By:
Sami Awdal (1910-1985)
 1 minutes  527 views
mamletî memkim legeł kird pêm dego xo dûr be dûr
nirxekanîm pê biłê to dême pêşî bê qisur
ew weramî çî dedawe bew lepî şîrînî xoy
deygo besye gêj û wêjî wa nezanî şêt û şûr
ew memem wa piř le şîrî korpey kurdan dekem
bibte lawêkî nebez bom ta biřêjî xwênî sûr
bo gelî azad û xakî herwekû kurdî dilêr
bê xew û xořagir merdibê çûst û çalak û cesur
şerme bo to her le basî zułfî xaw û dû memî
yan xebatî piř diro bom lê dedey zořna û bilûr
xom newey behramî gořim şahu şahî dînewer
ḧîlewan û herbe hên û şarî merge û şarezûr
min kiçêkî merdî xakî piř le jîn û jînewey
samîPen name ’ewdałim be peyman xencerî cergî ẍirûr