bira gyan

From the Book:
Dîwanî Samî Ewdal
By:
Sami Awdal (1910-1985)
 1 minutes  545 views
be biskî şoř û pirçî têk aław
nagate karwan kurdî becêmaw
bo mêjûy gelan kargey zengînî
le kiştukalî wişk bûy bê aw
naçte naw xakî berew şîn bûnî
be baranewe řûbeřûy hetaw
kargeman nebê û ta zengîn nebîn
pêşkewtin nabê û naybînîn be çaw
hejarî bê kes bê kar maytewe
têr nabê gelî birsî û lêqewmaw
ewanî deçin bo naw estêran
bê bisk û saden wa bê pirçî xaw
řastî pêşkewtin karge û pareye
legeł yekêtî û zanînî tewaw
çaw le bêgana û bo kîmya û fîzya
berew řonakî hengaw be hengaw
biřon çatre beřay zanakan
nek be karêkî bê qazanc xułqaw
qerarî samîPen name wa hate namey
pêş çawî gelî maf û řenc xuraw