bexwa bawkim

From the Book:
Dîwanî Samî Ewdal
By:
Sami Awdal (1910-1985)
 1 minutes  462 views
xwênimj û xwênřêj xeyałyan xawe
binaẍey zułmî kameyan mawe
qesrî řaxşitaẍ yekim qesir bû
êsta wek aşî aw lêbřawe
hîtlerPerson û gosîng fiřoke û romêl
peymanî şeřîşî dasûtawe
wek gencî qarun heřemî reyyan
bo syasetkirdin asarî mawe
herwek helako tatar û řomî
xaney selcuqî tepî û řimawe
wekû qumbiley zeřřey emrîka
le yabanî da û dengî dedawe
gelanî hestan ta bimirin bo jîn
estun deyçemand xaymey hełdawe
ewa be xwên û be qurbanî dan
bo maf sitandin peymanî dawe
dełên ya mirdin ya jîn serbexo
her le rojhełat heta řoj’awe
êsta le samîPen name hêzî azadî
qeleq maw destî le ejnonawe