baz û řawçî

From the Book:
Dîwanî Heqîqî
By:
Haqiqi (1902-1996)
 1 minutes  549 views
dełên bazêkî tîjbał û twana
çelêkî bêçwe kotrêkî řepê na
fiřî ço nêw liq û popî çinarê
leser bazî dedî û řawçî le xwarê
temay bû qûtî da emyan le ser çił
nîşaney girtibû ewyan berew dił
le ḧeq hawarî kird û çawî qûçand
xuda fewrî le herdûkan ḧeqî sand
tiraza tîrî řawçî bazî pêka
ewîş mar gestî masî wek xeşey ka
necatî bû le çingî řawker û baz
’eyan bû řazî şukiraney le awaz
etoş ḧałî debûy wek ehlî ḧałî
le hajey bał û nałe û gałegałî
deparêzê xuda xoy pê sipêrî
le bazî kotir û kerwêşk le şêrî
beser hatî jyan hem xêr û hem şeř
be fermanî xudan «alilh akbirArabic»