beytar

From the Book:
Dîwanî Heqîqî
By:
Haqiqi (1902-1996)
 2 minutes  553 views
carêkî dełên jinî feqîrê
ço xezmetî xanmî wezîrê
pêy gut şuwekem gelê feqîre
pêwîstî be komegî wezîre
karêkî minasbî bidatê
bêçareye zorî xêr degatê
çû pêy gut wibîstî, nardî hênay
dî musteḧeqe gutî leřêy xway
detnêrme řewey be nêwî beytar
mexulêwe lewane çîdî bêkar
gya zortirî xawenî xewasin
gya hełkenekan ewan denasin
lew bendene hełkene lemane
wîşkî kewe bîxe naw hemane
hermayn û espê dît nexoşe
wasey meke şîn û řeş mepoşe
nextê le gyaketî binê dem
çabû ewe çak; nebû ceḧendem
dway maweyekî feqîrî tayîn
bo nebuwe pizîşkî esp û mayîn
emcare ke fîlî şa nexoş bû
şa xoşî dewîst û boy peroş bû
gutyan le řewey heye pizîşkê
’eqłî be hemû şitêkî deşkê
şa gutye wezîr binêre ba bê
dermanî bidatê bełke ça bê
swarêkî henard û pyadeyek hat
wêsta bû cemat û fîl û şamat
kabra serî lew cemate suřma
qet fîlî nedîbû waqî wiřma
dem daçeqî lûtî fiş bû, çaw zeq
wek xulxuleyek le dewrî mezreq
sûřa û xulî da ne şeş ne ḧew car
tirsî hebû boy berê pelamar
şapirsî erê wezîr çi base?
ew dukture boçî wa herase?
tê fîkire qisey wezîrî dana
çi cwan û ’eqił pesnidî dana:
lêy sûre ke fîl hîlake qurban!
çarey nîye xoy dekate qurban
şa řoyewe jûr û ehlî derbar
řoyştin û ma wezîr û beytar
pêy gut erê ey pizîşkî nadan
pêm negutî dewa be çarewa dan?
îtir xul û sûřeket leçî bû?
qurban beserit xeta lewî bû
xo min qisekanî tom lebîr bûn
bom lêk nedebuwe lay ser û qûn
dexulamewe lay serî peya kem
ta bîxeme naw demî gyakem
hendîle serêkî ew serî mîl
feřqêkî nîye ser û binî fîl
paşî wek ser deçê û serî paş
pêy panî be ’eynî lînge berdaş
lew mes’eleda hemane wêne
e’ma gelî mesnewî ûەخۆێنە
gwê hełxe le kwêrekan bibîse
fîl kołekeye û beře û gurîse
to jîrî le xot meke qyasê
zor kes heye ga be gun denasê