meř û biznêkî leř

From the Book:
Dîwanî Heqîqî
By:
Haqiqi (1902-1996)
 1 minutes  646 views
axrî payîz meř û biznêkî leř
çûne çyayêkî çepek bo leweř
lapeř û bijwên xiř û cêy manewe
bo leweř û xewtin û bûjanewe
bizne gutî nîweşewêkî be meř
xuşke heta key leweřî bê geweř
hewłî kewêlêkî bideyn lew dere
axrî sermaweze basî sere
bêcge leweş řûne wekû řoj le min
gurge le dûman degeřê kun be kun
meř be heway dûg û be boney xurî
řûy le bizin kird û beserya xuřî
dûg û xurî min wekû sobe û petûn
to ke řeş û řûtî delerzî be tûn
hołî bîna na bizin û tê xizî
şexte kewt qaç û qulî pez tezî
çunke le lay feřqî nebû çoł û hoł
gurgî çiřî, wirgî diřî wek dehoł
kařeye hat û witî çim kird le xo
baře witî taze le dûy çû meço