pêşwazêkî birayane

From the Book:
Pêkenînî Geda
By:
Hasan Qizilji (1914-1985)
 4 minutes  789 views

pîrot aẍa herdû destî nabuwe kelekey, detgut «sayîy kupey tirxîne dekatewe, bepanayîy cadey beheştida dehate xwarê, miřumoç û tûře û girj geyşte meydanêk, firîşteyekî kewa sipî, patol sewz lewê wêstabû.

beheway zemanî (paşa) ke nayb û destřoyştû bû bangî kird:

ho.. kakey polîs..! kes wełamî nedawe.

lêy çuwe pêşewe û gutî:

kakey polîs legeł tome!

- min kakey polîs nîm.

- ey çît?

- firîştey řênwênîm.

- dey başe, herçîyek hey, dayrey mudîr le kwêye?

- êre şitî way lê nîye, le çî degeřêy, kêt dewê?

- lew kese degeřêm ke beser karubarî êreda řadega, pyaw eger karêkî bibê bekê biłê?

firîşteke telîfonêkî kird û paşan gutî: lêre řaweste, êsta dên detben. tawêkî pê çû firîşteyekî tirî weku ewekey heweł peyda bû legeł xoy birdî bo lay (xazîn)y beheşt.

xazîn- fermû, dełêy çî?

pîrot aẍa- demewê wez’im nextê baş key.

- bewrdî pêm biłê pêdawîstit çîye û çit dewê.

- pêdawîstim behemû şitêke, ne kesêk heye kewşim bo danê, ne nokeran hen destewnezerim rawêstin, ne feraş û çayçîm heye û ne esp û tancî û tûle. her hîçim nîye.

- ewaney gutit lêre nîn û sernagirin.

- dey başe, dêyekim bidenê, xom hemûyan cêbecê dekem.

- êre dêy lê nîye.

- de hêndêkim miskîn bidenê, xom be şeq dêyan pê dirust dekem.

- lêre kes nadrête des kes û kes natwanê şeq bweşênê.

- de xermanêkim pîşan den bîsûtênim.

- xermanman nîye.

- dey pêm biłê gagel le kwê heye ta biçim bîřfênim.

- êre gagelî lê nîye.

- de espêk û dû tancîm bidenê biçim řaw bikem.

- êre řawî lê nakirê.

- de kesêkim bo peyda ken qumarî legeł bikem.

- lêre qumar nakirê..

- de kele û mileyekim pîşan den biçim xełkî lê řût kem.

- lêre cerdeyî û řawwiřût nîye.

- ey çon řabwêrim? eme çi be quře gîrawêke herçîyekî esbabî aẍayetîye lêy dest nakewê?

a em kawil buwe bo pêtan degut: «fîha ma tiştihî al’enfas witilz ala’în»?

hîç nebê a lew xełke çwar kesim bidene dest, çwar (segbab)yan pê biłêm û diłim nextê sûknayîy bêt.

- lêre hemû kes wek yekin, kes natwanê (segbab) bekes biłê.

- ha... şîw’îyekanîş her em core qisaneyan dekird. řenge legeł ewan keyn û beyntan hebê.

xazîn- a karteket bêne bizanim!

pîrot aẍa- kartekey derhêna û daye destî.

xazîn řwanîye karteke û gutî to biço derewe ta paşan bangit dekem.

hełî girt û telîfonêkî kird bo malkî cehenem:

- lay êwe pyawêkî wa heye nawî (mam pîrotî gawan) xełkî pîrot awa bê?

- (dway tawêk)- bełê heye.

- bînêrne êre.

dû yasawlî cehenem mam pîrotyan hêna. mam pîrot kabrayekî řeqî, wişkî, dûkeławî û lahelpiřuzaw.

xazîn- mam pîrot! boçî kartekey xot dawe bew kabraye?

mam pîrot- min nemdawetê. emane le zemanî (timwîn)ekewe fêr bûn her kute kaẍezêkman pê bibînin lêman deřfênin. ke kartekeyan damê, řifandî. ew têrutesel û bawî qaçî xoş bû, řay kird. min ewendey tekanim da hêzî ejnom nebû, neygeyştimê.

xazîn- (řûy kirde yasawlekan: em pyawe lêre debê. biçin le cyatîy em, ew kabrayey derewe berin. yasawlekan çûn, heryekey destî da hengilêkî pîrot aẍa ke bîben.

pîrot aẍa çepa û çep lêyan westawe û neřandî:

segbab! bo ewende nařesen û bê edebin. yasawlekan dû sê gurzî agirînyan sirewande nawşanî û pêş xoyan da. ke geyştine dergey cehenem, şeytan hatbuwe pêşwazî û bangî kird:

- were! biray azîzim were! hezar aferîn lêreş aẍayetîy xot nwand!