wełamêkî zîrekane

From the Book:
Pêkenînî Geda
By:
Hasan Qizilji (1914-1985)
 3 minutes  836 views

şewî mabû mistefay nanewa legeł şagirdekanî xerîkî tendûr daxsitin û hewîr şêlan bû, le berebeyanewe duwanyan guntikî degirt, yekyan deykirdewe, mistefaş bew çiley hawîne leber tendûreke wêstabû, nanî pêwe deda. yekê le şagirdekanîşî leser pêş xwaneke danabû nanekan bifroşê.

beyanî zû le pêş hemû kesda kargerekan dehatin, heryekey çend nanî dekřî û bepele deřoyşit ta xêra bigate ser karekey, neku ew řoje karî dest nekewî ya heqdestî kemtirî bidenê. tawyan germ bûbû, hurûjmî nankiř nextê hêdî bûbuwewe, mistefa beyekê le şagirdekanî gut:

- řołe çayeke lê nê û biço hêndê penîr bikře ba le derfetda nanekeman bixoyn!

lew wexteda ḧacî řeḧîm weku manga û gwêreke, nokerekey wedway xoy dabû pênc - şeş nanî pê hełgirtibû, peyda bû. hêşta betewawî negeyştibuwe berdûkaneke neřandî:

- ewe kwa miçey nanewa?

mistefa gwêy le dengî ḧacî bû, hat, beqołî kirasekey areqî tewîlî siřî û gutî:

- ḧacî aẍa fermû!

- çî fermûm? ewe nane bo minit narduwe? nabê xełk binasin û qedrî xełk bizanin!

mistefa (zor bemendî û leserxo):

ḧacî aẍa bibûre, ême nanî řaspardeman nîye, nan dekeyn û day denêyn, herkesê tir bo xoy hełdebjêrê û deyba û deřwa.

- nabê agat le demî xot bê, ewe wełame bemnî dedeyewe?

- bełê wełame û řastîyekeşî her eweye, min tûře nabim û hîçî xirapîşim negutuwe. (cenabit!) lexořayî tûře debî, nanekan xirapîyan çîye?

- çon xirapîyan çîye, eweta her hewîrin naxurên.

- ḧacî aẍa, biřwane nanekanî ser pêş xwaneke. birjawyan têdaye, kem birjawyan têdaye, herkese ḧez le corêk deka, kiřyar debê xoy hełbijêrê, pêm gutî ême nanî taybetî bo kes nakeyn.

- çon awa legeł min dedwêy, to min nanasî, nazanî min kêm?

- boçî natnasim, (cenabit!) ḧacî qoytasî. «em kabraye le pêşda pêyan degut qoytas sutxor, paşan ke dewłemend bû, çuwe ḧec û nawî xoy na ḧacî řeḧîm».

- dey xwa mubarekî neka, waman lê hat? min sedî wek to kirênşînim heye. nextê bifame û bizane çon legeł xełk dedwêy!.

- zor baş defamim û dezanim legeł xełk bidwêm. minîş sedan kesî wek to nanxorim heye û layekî em şare nanî min dexwa.