řageyandinî mafî caneweran le nizarî yankî

From the Book:
Pêkenînî Geda
By:
Hasan Qizilji (1914-1985)
 23 minutes  717 views

le nizarî «yankî» hełbijardinî serokî caneweran bû. dway bêne û bere û neře û guřeyekî zor, mîstêr «êlêfanit» hełbijêrdira. wirde canewerî goştinexor lenaw xoyanda deyangut pirîzdênit ê lê fanit le qisekanî serdemî hełbijardinîda lewe deçû çeneberî canewere diřekan bêt û neyełê ewende zułim û zoryan lê biken. bełam katê dîtyan endamekanî dewłetekey her le diřindekan hełdebjêrê, betaybetî dû- sêyekîşyanî boye kirduwe, gutyan nexêr her pêwdanekey carane û fiřufêłî tazeş serbaryetî.

dway maweyek pirîzîdênit êlêfanit qisey kird û betewawî dinyay caneweranî řageyand kewa «benawî serok natwanê bibînê mafî caneweran lemla û ewla pêşêl dekirê.. mafî caneweran debê biparêzrê û hîç kes heqî ewey nîye ew mafe zewt bika».

wirde caneweranî goştinexor ke emeyan bîst gutyan: «le xut û xořayî gumanî xirapman le pirîzîdênit kird. wa dyare bełênekanî xoy le bîr mawe û becêyan dênê».

bełam canewere diřindekan ke hêndêkyan le dewłetîşda hawbeş bûn, lem qisane tûře bûn û gutyan: «em kabraye naşarezaye û agay le demî xoy nîye. tûşî gîrugiriftêkman deka. wa çake kobûneweyekî nihênî pêk bênîn û têy bigeyenîn becorêk ew qisaney xoy wergirêtewe», lemeş bedwa bebê pirs û řay ême qise neka». kobûnewey nihênî pêk hat.

mîstêr layon ke yekêk bû le beşdaranî kobûnewe, hestaye serpê û řûy demî kirde pirîzîdênit û gutî: «pirîzîdênit êlêfanit! ew qisaney to kirdûtin bepêçewaney řesim û bawî nizar û bepêçewaney sûd û qazancî canewerane. meger êwe nazanin le cenûbî nizar sipîyekan (kokłokis kiłan) bekirê degirin û behawkarîy ewan řeşekan řaw deken? ewan bo řabwardinî xoyan řeşekan řawedû denên.. ko debnewe û aheng degêřn.

ahengekeyan be let û petkirdinî řeşêk leber řûnakayîy meşxeł kotayîy dê. ew qisaney êwe em resim û bawe têk deda, îtir aheng û řabwardineke pekî dekewê û canewerekanî nizar weřz debin. min benawî ewanewe řexne degirim û demewê lew qisane peşîman bibîtewe».

norey qise hate ser mîstêr tayger û gutî «qise tenya le sûd û qazanc nîye. meseley girîng û gewre eweye řêkupêkî lenaw deçêt û řêwşiwên betewawetî deşêwê. wirde canewerî weku řeşekan û hîy tir ser berz dekenewe û hemû nerît û bawêk têk deden. le hemûy girîngitir eweye ke ême xoman bijêwman namênê. dest bo her canewerêk berîn hawar dekat û dełê mafim pêşêl deken».

mîstêr wołfîş dway ew hestayewe gutî: «ew qisaney pirîzîdênit betewawetî be zyanî çînî goştixor (naznawî diřundekan)y canewerane.

pirîzîdênit ke xoy lem çîneye û em çîne hênawyete ser kar, tê nagem boçî be zyanî xoy û çînekey dedwê? dujminekanî êmeş her ew qisane deken. wa dyare mîstêr êlêfanit tazekare û le řêwşiwênî syasetî nizar naşarezaye. jyanî çînî goştixorî caneweran û sûd û qazancî dewłetî ewan pêwîst deka pirîzîdênit êlêfanit, řabgeyenê ke ew qisaney xoy wergirêtewe. lemeş bedwa her katê nyazî qisekirdinî hebê le pêşda řawêj be ême bika». mîstêr wołf le kotayîy qisekanîda gutî: êsta mîstêr fokis karnasî komełayetî û pisîkołocîy nizar ke sikirtêr û řawêjkerî mîstêr layne, lebarî zanyarîyewe lem meseleye dedwê».

mîstêr fokis kilkî řaweşand û çuwe pişt biłindigo. hesta ser paşwan û gutî: «be îcazey pirîzîdênit û serokekanî çînî goştixor ke beriztirîn çînî canewerane, le seretawe dełêm: bedaxewe herçend le xwardinî hêndê canewerî biçûkî weku mirîşk û qaz û şitî wa, le derfetda dirêẍî nakem, ew şeref û serberzîyem bernekewtuwe ke le çînî berz û beřêzî êwe bijmêrdirêm. bełam le serdemî împiratorîy mîstêr laynda herdem yekêk bûm le xizmetkarekanî împiratorî û çînî êwe.

benawî wezîr û řawêjker ya emîndarî taybetî řaz û nihênî, lew baregayeda bûm û xizmetêkî zorim kirduwe. diłsozîy min bo êwey beřêz û çînî beriztan lay hemuwan řûn û aşkiraye.. sebaret beme, ewey deyłêm, hîwadarim le baregay pirîzîdêntida bebê edebî danenrê. tenya beřûnkirdinewe û bîrxistinewey hêndê meseley zanyarî bijmêrdirê ke mebest leweş diłsozîye bo êwe û çînî berzî êwe.

«mîstêr pirîzîdênit! mîstêr layon, tayger, wołf! komełnas û pisîkołocî gewrey emerîkayî (edward řos) sîstêmêkî danawe benawî sîstêmî (bedahet). bepêy em sîstêmey ew, ew caneweraney le helumercî corbecorî cuẍrafyayîda dejîn benaçarî le barî pêgeyştinî ’eqłî û çilonayetîy pisîkołocîyewe legeł yek ferqyan heye.

canewerekanî nawçey germên le barî ’eqłewe bexoda nehatûn û geşeyan nekirduwe. xełkî şîmalî řojaway ewrupa û emerîkay şîmalî pê geyştûn. beriztirîn îstî’dad û lêhatûyîy ’eqłî û çilonayetîy wek (hêz) û (lexořadîwî) û (beparêzî) û şitî wayan heye. nizare yekgirtuwekanî emerîka debê le mêjûy cîhanda nexşêkî gewre yarî bika.

«hêndê tyûrîzanî tirî em nejade dełên: perwerdebûnî řoḧî xełkekanî řojawa, le bineřetewe legeł xełkekanî asya û efrîqya ferqî heye. bo xełkî řojawa şitêkî tebî’îye ke le pênawî dîmukirasî û azadî û hêzî çalak û tundutołda tê bikuşê. bełam xełkekanî asya û efrîqya dîmukirasîyan her bexeyałîşda nayet. gwê nadene azadî û ḧez le dîktatorî û zułim û zor deken. leber ewe şitêkî ’ecayb nîye sipîpêstî xawenî çilonayetîy beriztir, yanê emerîkayî le beramber řeşekanî efrîqya û hîy tirda beberiztir bizanrê. bepêy em tyûrîyane caneweranî nizarî yankî le tewawî caneweranî tir beriztirin. debê eman aẍay ewan bin û beher çeşnê bepêwîstî bizanin kełkyan lê werbigrin, nezan û weḧşîyekan fêrî zanîn û dîmukirasî û azadî biken! řageyandinî mafî caneweran awa be çeşnî giştî bepêçewaney mafî caneweranî yankîye û zyanî heye.

«caneweranî beřêz! ta bepêy em tyûrîyane debzûtnewe, fermanřeway seranserî nizarekanî dinya bûn. bo nimûne, canewere berzekanî berîtanya çend sed sał beser hîndistanda, hînekanî purtugal beser engola û mozambîk û çend nizarî tirî efrîqya û asyada, hînekanî belcîk beser kongoda û hîy gelê cêy tirî ewrupa beser gelê nizar û lêřewarî cîhanda fermanřewayîyan dekird.

ew nizaraneyan dekirde kilkey mayey xawî nizarekey xoyan. nizarêk debû loke berhem bihênê, nizarêkî tir xurî û yekêkî tir şekir. weku êsta çînî berzî êwe le emerîkay latînî împiratorîy qawe û moz û şekirî heye.

«mîstêr pirîzîdênit! nabê le bîr biçê ke nawendî çînî goştixor (kapîtalîzmî emerîka) nawçey mêjûyîy (nyo’îngiland)e, wate tewawî řoxekanî řojhełat û cêgey dabezînî koçkirduwe dewłemend û berzekanî ewrupa. ewan sebaret bewe ke le barî ’eqłewe pê geyştibûn û lêzan û berz bûn, hêndê monopołyan bo xoyan damezrand. tewawî ew xake pan û berîneyan kêşa jêr fermanî xoyanewe. destełatî nyo’îngiland wirde wirde tewawî nizare yekgirtuwekanî emerîkay tenîyewe. bełam em kare herwa besûk û asanî nekira. bapîrekanî êwey beřêz řencêkî zoryan da, şeş mîlyon û nîwyan le hîndîye sûrekan kuşt ta (alabama) û (lwîzyana) û (mîsîsîpî) û (karulîna) bûne nawendî mîlyardêr û çek dirustikerekanî cîhan û kangîstêrekan. goştixorekanî cenûbîş be piştîwanî û yarmetîy sermayey řojhełatîyekanî em nizare, řêjîmî koyledarîyan damezrand.

«qisekanî pirîzîdênit le dijî mêjuwe. em řijême řîşey mêjûyîy heye û nabê têk biçê. têkçûnî ewe be zyanî nyo’îngiland û tewawî canewere goştixorekane. lewaneşe- daway lêbûrdin dekem- berubûy bo pirîzîdênit baş nebê. le zemanî (lînkołn)ewe ke qanûnî têkdanî koyleyî danra, ta qanûne medenîye tazekey zemanî (kenedî) dû serkomar be gulle kujran.

nizarî yankî herwa berełła nîye. lêre dîktatorîyekî nihênî heye ke xoy le qapêlkî řêjêmî azadîy sermayedarîda pîşan deda. hatne ser karî dewłet û manewey ew leser kar bestirawe beřazîbûnî ew dîktatorîyewe.

«le kotayîda bo îspatî zyanî ew qisane, nimûneyek webîr dexemewe:

sałî 1968 meseley maf germ bû. le katêkda ke ême le vêtnam xerîkî şeř bûyn û çînî berzî êwe deywîst be pênc sed hezar serbaz û çend mîlyon ton bomba û ew hemû pareyey bextî kird azadî û dîmukirasî bo xełkî vêtnam bedyarî berê, canewere řeşekanî nizarî yankî řapeřîn, ew bełênaneyan kirde meseley řoj ke dewłetî kenedî pêş hełbijardin bewanî dabû. sereřay ew kuştarey ke çend sał lewepêş le geřekî (harilim)y nîwyork lem canewere řeşane kira dîsan hawrûjan. le geřekî (watiz) le şarî los ancîlos (şarî firîştekan) le nawçey mîsîsîpî ke sêyemîn şarî gewrey sen’etîy emerîkaye destyan kird be’ajawe. sedî çil û pêncî xełkî ew nawçeye řeşin. lêreda detwanin bîrî lê bikenewe eger ew ajaweye serkut nekiraye çi karesatêk deqewma.

le sê nawçey girîng û piř le xełkî emerîka: mîsîsîpî, alabama, karolînay cenûbî hergîz taqe xwêndikarêkî řeş le zanistige nebînrawe..

keçî ewane dawayan dekird le zanistige bixiwênin û (cîmz mirdît)y xwêndikarî řeşyan beser zanistigey mîsîsîpîda sepand. her lew kateda wirde canewerî sipîyş hawrûjan. (wałter řoytêr) nwênerî wirde canewerî emerîka ke pêyan dełên karger, sed û şest hezarî lewaney le karxaney tirumbêl dirustkirdnî (ford)da kar deken hênaye meydan, manyan girt û karxanekeyan pek xist. emane le dijî şeřî vêtnam, yanê le dijî biřyarî çînî berzî goştixoran, dawayan dekird le barî qanûnîyewe diłnya kirên ke nanêrdirêne şeř û dû ewendey ke kompanîy ford pêşnyazî kirdibû daway zyadkirdinî heqdestyan dekird û xerîk bûn ew kompanîye ke hîy goştixorekane bifewtênin. a emeye berubûy danî maf be wirde canewer. (çepłe lêdan û aferînî mîstêr layon û tayger û wołf).

***

ke ewane lê bûnewe pirîzîdênit êlêfanit çuwe pişt biłindigowe. le seretay qisekanîda wîstî pilarêk bigrête mîstêr fokis ke le zimanî mîstêr layonewe heřeşey lê kird û gutî: «lew katewe ke le zemanî lînkolinda qanûnî têkdanî řêjîmî koyledarî danra, dû serkomar be gulle kujrawin» gutî: «min zor baş dezanim beyarmetîy kê hełbijêrdirawim û hergîz le kunî xom hełnageřêmewe, leber ewe geř nabim».

paşan gutî: «supasî hemûtan dekem. qisekantan diłsozane û jîrane bû. êsta ke kobûnewekeman nihênîye û bêganeman lenawda nîye, demewê botanî řûn kemewe ke ew qisanem leser çi bineřetêk kird û le kwê aw dexonewe. hemûtan mîstêr hejdîha (řokfilêr) denasin û lam waye gumantan leweda nîye ke be hemû hêz û twanayewe sûd û qazancî çînî goştixor deparêzê. maweyekî zor pêş hełbijardin komîteyek le pispořan û lêzanan le baregay ew le çend meseleyekî kołîyewe. yekê lew meselane mafî caneweran bû. min bepêy biřyarî ew komîteye û be’espardey mîstêr hejdîha ew qisanem kird. min detwanim mîstêr layon û mîstêr wołf û betaybetî mîstêr tayger ke dełê «bijêwman namênê» diłnya bikem ke ew qisane behîç corê pekî karî ew naxat û bigre be sûdî ewanîşe.

ewan detwanin leser nerît û řêwşiwênî xoyan biřon û ta êsta çîyan kirduwe herwa biken. emane carê hêşta her qisen û nebûnete qanûn.

her canewerêk byewê be byanûy em qisaney min nerît û řêwşiwênî nizar têk bidat û le řesim û bawî çînî goştixorî caneweran derçê, têła bedestekanî dewłet wełamyan dedenewe».

mîstêr fokis qisekey pirîzîdêntî biřî û gutî: «bibûre! eme nextê debête şûreyî bo pirîzîdênit». pirîzîdêntîş dirêjey be qisekanî da û gutî: «şûreyîy çî, yanê qisekanî min debne diro? (begałtewe) lam waye em şûreyîye leser lêdanî lînkoln û kenedî asantire» «wişey diro řêgey nakewête koşkî sipî. beme dełên gořînî îrade...».

pirîzîdênit leser qisekanî xoy řoyî û gutî: «taze eger em qisane bişbine qanûn dîsan bo êwe herwaye. qanûnî têkdanî řêjîmî kwêledarî ke le zemanî lînkolinda nûsrawe ta êsta her wa leser kaẍez mawetewe.

bełê řaste kiřîn û firoştinî řeşekan le bazařda nemawe» bełam kuştin be siza her heye. canson ke xerîk bû qanûnî medenîy taze becê bigeyenê, her lew wexteda cêmz mirdîtî xwêndikarî řeş ke bo hewełîn car deçuwe zanistigey sipîyekan, sereřay ewe ke pasewanî fîdrałîşî legeł bû teqey lê kira û kujra, le katî ajawey řeşekanîşda komełî (kokłokis kiłan) û deste û taqmî tir ke ser be çînî êmen mawey dû mang bû teqeyan le řeşekan dekird û deyankuştin. nimûney wa zor heye û êwe behîç corê nabê peroştan bê. ême ke dełêyn azadî û dîmukirasîman heye, bo canewerekanî nyo’îngilande. bo canewerekanî çînî goştixore. ewan le hemû karubarêkî xoyanda azadin û dewłet dewłetî ewane û le xizmet ewandaye.

«lebarey xopîşandanî wirde canewerî karxaney fordîşewe bo pêşgîrî le ajawey kargerekan û bo pekxistinî têkełbûnî ajawey řeşekan legeł ewan, polîs be tirumbêlî zirêpoş û çekî dijî xopîşandanewe le dewrî karxanekanî ford û nawendekanî tirî kargerî ko bûnewe û lemêj bû geřekî řeşekanîşyan gemaro dabû.

«polîsî aşkira û nihênî lew kêşeyeda çend core çekî dijî xopîşandanyan bedestewe bû. yekê lew çekane demançeyekî řokêthawêj bû ke gazî gêjkerî biław dekirdewe. ew gaze xopîşanderekanî gêj û wiř dekird û dekewtin, bełam neydekuştin. yekêkî tir çekêk bû ke xopîşanderî çalak û tundutołî xawuxlîçk dekird û le karî dexist.

tifengiçîyekanî yankî le vêtnamîş em çekeyan bekar dehêna. emeyan belay ême ferq nakat. her kes le dijî destełatî çînî goştixor bê, çi le nawewe û çi le derewe, weku yek tyê desrewênîn.

«çekêkî tir ke le dijî xopîşanderekan kełkî lê wergîra, dezgay biławkirdinewey twêkłe moz bû. em dezgaye ew made lînc û nûsenekey ke le twêkłî mozda heye beser cadekan û xopîşanderekanda depirjand.

cadekan ewende xilîsk debûn, xopîşander her le cêy xoy bicûłayetewe, dexlîska û dekewt. dway kewtinîş be cadekewe denûsa û neydetwanî hełsitêtewe.

«emane ew çekane bûn ke no sał lemewpêş le dijî ajawe û xopîşandanî wirde canewer kełkyan lê werdegîra. lewsawe binyatekanî kîmyayî be’espardey dezgakanî dewłet gelê şitî tirîşyan dahênawe.

êsta ewane hemûy le berdestimanda hen û le katî pêwîstida kełkyan lê werdegrîn. dewłet bexoy û bew çekanewe û behemû hoyekî tirîşewe sûd û qazancî çînî berzî goştixoran deparêzê û tewawî qanûnekanîş her bo eme danrawin. binçîney qanûne nûsrawekan madeyekî taqaney nenûsrawe, ewîş emeye: «parastin û dabînkirdinî hemû çeşne sûd û qazanc û řesim û bawêkî çînî berzî goştixorekan le řêgey řast ya çewtewe û behemû hoyekî çak ya xirap».

«carî wa heye şitêk řû dedat, weber qanûnî nûsraw dekewê, bełam bepêçewaney qanûne nenûsrawekeye. lew wexteda dewłet û dezgakanî degeřênewe ser qanûne nenûsraweke. řoḧî azadî û dîmukirasîy nizar lêreşda dyarî deda. le nimûney sereweda ke basman kird, mangirtin û xopîşandanî kargerekanî karxaney ford qanûnî bû. qanûnî nûsraw ew mafey bewan dabû, bełam polîs bepêy qanûnî nenûsraw têyan berbû û hîç dadgeyekîş xoy tê negeyandin.

«tewawî em base dûr û dirêjem bo ewe bû ke êwey beřêz û çînî beriztan be tewawî diłnya bin».

«êsta dêyne ser basî ewe ke leberçî û boçî ême mafî caneweranman řageyand. weku agaman lêye le wextî xoyda layḧeyekî giştî lebarey mafî caneweranewe pesind kira û biław buwewe. caneweranî goştinexor destibecê eweyan qostewe. herçend layḧeyekî giştî bû, belay xoyanda dayan kêşa û besûdî xoyan manayan lê dayewe. axrekey êmeyan lê derhawîşt û tenanet be dijî ew mafeşyan danayn. kareke way lê hat ne twanîman besûdî xoman manay lê bideynewe, ne řêgey eweşman ma ke hełî weşênînewe. êsta ewa êmeş le beranber eweda mafî caneweranman begşitî řageyand, ta dway pesnidikiran besûdî xoyan manayan lê dayewe.

tebî’îye kewa lem kareda tyûrîy (edward řos) û tyûrîzanekanî tirî xoman le berçaw girtuwe û le barî zanyarîyewe be dirust û pêwîstî dezanîn. bełam le kirdeweda nextê nerim û şilman kirduwe. ême debê ewe le berçaw bigrîn ke le nizarekanî tirîş canewerî goştixor heye. lew cêgeyeş ke nîye debê hewł bideyn peyda bibin. le tecrebey řabirdûy canewere goştixorekanî berîtanya û hîy tirîş kełk wergirîn û ewane nek be bira, bigre bedestewtaqmî xoman bizanîn. lem kareda ta řadeyekî baş serkewtûyn. ewane le hemû cêgeyek qisekanî êmeyan qibûł kirduwe. le netîceda layengirman dest dekewê, barman sûk û karman asan debê. nimûneyekî ewe nizarî (za’îr)e. lemewpêş canewere řeşekan hemûyan le dijî ême bûn, bełam êsta goştixore řeşekan hawkarîman legeł deken. le za’îr beyarmetîy ême xoyan berbûne gyanî řeşe goştinexorekan û asewareyan biřînewe. ewa nyazman waye leşkirêk lewane bekirê bigrîn û byanhênîn bo gyanî řeşekanî êre».

mîstêr fokis hatewe deng û gutî: «eger qibûłman bê ew goştixore řeşane hawkarî êmen, bekirêgirtinî leşkirêkî wa û hênanî bo êre zyanî heye, çunke ewan lewê lawaz û bê hêz debin».

pirîzîdênit witî: «bîrman leweş kirduwetewe. nayełîn bê hêz bin.

goştixorî ’ereb dehênîne yarmetîyan. ewan behêz debin û gurgekanî îsra’îlîş seryan sûk debê».

lêreda mîstêr şem’ûnî nwênerî gurgekanî îsra’îl le xoşîyanda hesta ser paşwan û destî kird be sema û witî: «berze.. bîrêkî berze..

bijî pirîzîdênit û çînî goştixor».

pirîzîdênit leser qisekanî xoy řoyî û witî: «furmolî meselekeye awaye. mafî hemû caneweranit bepêy nerîtî nizar qibûłe yan na? aşkiraye ke caneweranî goştixor qibûłyane û pêwîst nîye lêyan bipirsirê, bełam debê nwêneranî hêndê tîre û berey wek ga û gamêş û çeqeł û dełek û şitî wa hatin qibûłyan kird û řoyştin.

nêreqazêkî xirpin û qełew be nwênerayetîy qurîng û mirawî û mirîşk hat û gutî: «min le pêş hemû şitêkda gileyîm le řêwî heye. ta êsta çend car caneweran řêk kewtûn û aşt bûnetewe, keçî ew her pelamarî ême deda û demanxiwa». pirîzîdênit gutî: «em qiseye naçête ’eqłewe. êwe bałdarin û defiřn. řêwî çon destî degate êwe bitanxiwa?» qaz gutî: «xo ême hemû kat be ḧewawe nîn, denîşînewe». pirîzîdênit gutî:

ke deşnîşnewe beser awda degeřên. řêwî melewan nîye lenaw awda pelamartan bida». qaz betûřeyîyekewe gutî: «êwe weku parêzgarî řêwî qise deken. be qisey êwe, ême ya beḧewawe ya lenaw awda hêlke dekeyn û cûck hełdênîn û îtir karman be wişkanî nîye û nayeyne ser zewî».

pirîzîdênit paşekşeyekî kird û gutî: «ne’.. ne’.. mîstêr qaz! mebestim ewe nîye. êsta le řêwî depirsîn». mîstêr fokis lewlawe hate ziman û gutî: «nexêr, qurban! ême ewanman xoş dewê, nyazî xirapman leḧand ewan nîye, ewan behełe çûn. ême ḧez le peřupoy ewan dekeyn bo serîn. ke deçîn daway peřupoyan lê bikeyn řadeken û nayanewê yarmetîman biden». pirîzîdênit gutî: «kewate, êsta detwanin le yektir ḧalî bibin, ewan bełên biden ke peřupotan bidenê, êweş bełên biden her qazey carêk peřupoy lê bikenewe». řêwî bizey hatê û legeł qaz bełênyan da, qaz formołî pirîzîdêntî qibûł kird û řoyşit.

beran be nwênerîy tîrey pez hate jûrewe û gutî: «ême natwanîn legeł gurg dostayetî bikeyn. ew dostayetî nazanê». pirîzîdênit gutî: «hîç hoyek bo nakokîy nêwan êwe nabînim. ew goştixore û êwe gyaxor. bijêw û sûd û qazanictan cyaye, îtir boçî debê nêwantan baş nebê?». beran gutî: «xot hoy nakokîy nêwan êmet gut. ewan tema’ dekene goştî ême». mîstêr wołf hate deng û gutî: «meseleke betewawetî bepêçewaneweye. ewan zułim le ême deken. min nemdewîst payey goştixoran nizim bikemewe û lêre hawar le dest emane bikem. ewan şwanyan legełe, be tifengewe. sege diřyan legełe, le kej û kêwîş wazman lê nahênin.

dêne serman, be şwan û be seg řawman deken û demankujin. pirîzîdênit zor baş dezanê jimare baştirîn delîl û bełgeye. ewan le hemû nizarêk çend sed ewendey ême zyatirin. wexte řegezman bibřinewe. be zistan le aẍełî gerimda dejîn. ałfyan bo deben û xizmetyan deken, sereřay eweş kewłî germyan leberdaye, ême lew çyawçołe hîçman dest nakewê bîxoyn, lenaw befirda delerzêyn, deçîn daway kewłêkyan lê dekeyn řeq nebînewe, keçî şwan û segman tê berdeden».

pirîzîdênit gutî: «beřastî bê însafîye, caneweran debê yarmetîy yektir biden. êsta wa başe nwênerî pez bełên bidat kewłtan bidenê. êweş bełên biden her pezey taqe kewłêkî lê bikenewe». bełên dira û beran formołî qibûł kird û řoyşit.

nwênerî tîrey meymûn hate jûrewe. nextê bîrî kirdewe û gutî: «min le binc û binawanewe ew formołem la dirust nîye. becorêkî wa řêk xirawe eger qibûłî kem herwek caran zordar bê zor dexwa. eger qibûłîşî nekem be dujmin dejmêrdirêm û xwênim ḧełał dekirê».

pirîzîdênit gutî: «to çon şitî wa dełêy? ew formołe formołêkî mentîqî û diruste û şayanî řexne nîye». meymûn wełamî dayewe:

«mentîqîy kê? mentîqîy zordaran? ew formołe debê qisey lê bikirê û becorêkî wa danrê ke nebête pet bo xinkandinî bê zorekan». mîstêr layon ke emey bîst temay bû bepêy qanûnî nenûsraw pelamarî meymûn bidat û let û petî bikat. meymûn bazêkî da û boy derçû, darêkî berz lew nizîkane bû, bedarekeda hełgeřa.

pirîzîdênit be mîstêr foksî gut: «ewe karekeman lê têk deda. biço bîhênewe beşkim becorêk pêy biselmênîn, eger nehatewe be qise bîxafłêne ta polîsî dijî xopîşandan dên». řêwî çuwe bin dareke û gutî: mîstêr meymûn were xwarewe, ba dû qise bikeyn. ême le derdî yektir degeyn».

meymûn gutî: «mîstêr nîm û nayeme xwarewe, toş le derdî ême nagey.

min lemêj bû leser em dare bûm, gwêm le keyn û beynekanî êwe û şanazîy toş bû ke be dirêjayîy temenit çiłkawxorî goştixorekan û xa’înî goştinexorekan bûy».

polîsî dijî xopîşandan hatin û darekeyan weber demançey gaz da, bełam meymûn gêj nebû, nekewte xwarewe. destyan kird bepirjandinî madey twêkłe moz, timez meymûn leser darekewe ewanî dîbû, pêş ewey bigene bin dareke bazî dabuwe liqî darêkî tir û lewêwe zîqandî. polîs çûne bin darekey tir û destyan kird be demançe teqandin û madey moz pirjandin.

meymûn ewendey em dar û ew dar pê kirdin ta tewawî nizareke piř bû le gaz û lînc û xilîsk bû. emcar goştixorekan xoyan gêj debûn û dexlîskan û dekewtin.