cayzey komîtey aştîy caneweran bo kîsîncîr

beboney diranî cayze aştî (nobil)be kîsîncîr
From the Book:
Pêkenînî Geda
By:
Hasan Qizilji (1914-1985)
 10 minutes  688 views

wirç (serokî komîtey aştîy caneweran)- ewa kobûnewey komîtey aştîy caneweran dekemewe. dest dekeyn be qisekirdin lebarey ewaney bo wergirtinî cayzeke pêşnyaz kirawin. aẍay sikirtêr, kê pêşnyaz kirawe?

meymûn (sikirtêrî komîte) - aẍay kîsîncîr, gurg pêşnyazî kirduwe.

serok - kê lem bareyewe deyewê qise bika?

kerwêşk - min demewê qise bikem.

gurg - heqî nîye qise bika, lewetî heye xwênî le mêşûleyek nehênawe. esłen bo ewe nabê endamî komîtey caneweran bê.

meymûn - caneweran dû corin - hêndêkyan xwênřêjin, hêndêkîşyan xwênřêj nîn. eger řexney aẍay gurg qibûł bikeyn debê beşêkî zor le caneweran le mafî dengidan bê beş bikeyn. lam waye ke kerwêşk yekêke le caneweran, we heqî qisekirdinî heye.

serok - kerwêşk ta êsta le caneweran jimêrdirawe û endamî komîteye. leber ewe detwanê qise bika.

kerwêşk - aẍay wirç serokî beřêzî komîte, aẍayanî caneweran, endamanî beřêzî komîte! henrî kîsîncîr le ełmanya ledayk buwe...

gurg - eme ’eyb û şûreyî nîye. her kesêk lem dinyayeda le cêgeyek ledayk buwe.

kerwêşk - mebestim ewe nîye ’eyb û şûreyî bê. demewê jyanî ew kabraye bekurtî bo komîtey beřêz bas bikem- le xêzanêkî cûlekeye.

gurg - bêdeng be! to faşîstî... to dijî cûlekey.

kerwêşk - biłêm çî! min tawanim çîye kabra le xêzanêkî cûlekeye. xo min eme wek řexne girtin nałêm. to ke pêşnyazit kirduwe debê bizanî kuřî kêye. boçî pêt naxoşe?

serok - (debołênî)- kes heqî nîye řêkupêkîy kobûnewe têk bida.

wazî lê bênin ta qisekanî tewaw debê. ewsa kê qisey heye detwanê bîkat.

kerwêşk - aẍay serok supast dekem- henrî kîsîncîr le ełman ledayk buwe, xêzanêkî cûlekeye. benawî ustadî zanistiga le zanistigay (harward)y emerîka bû. hemû kat deygut: «min pyawêkim ’aşiqî qudret û destełatim». her lêrewe derdekewê em kabraye çi pyawêke. ew ’aşiqî bîruřay dû kes bû, herdem ewanî be (xułqênerî mêjûy tazey ewrupa) naw debird, we ewanî deperist. ew dû kese (mîtirnîx bîsmark)n.

xotan dezanin ew duwane hîç katê layengirî ewe nebûn bemafî beramber û weku yekewe wituwêj bikirê. herdem wîstûyane bezordarî û le hełwêstî destełatewe (aştî) dasepênin.

ewane herdûkyan layengirî mîlîtarsîm bûn, komełanî xełkyan be sûk û çirûk dadena, we weku amraz û esbab bo amancî xoyan kełkyan lê werdegirtin. bîsmark ke kîsîncîr deyperistê deygut «parliman tî’atrîke hergîz artîstî lawî bexoyewe nedîwe».

ewî tirîş ke kîsîncîr deyperistê, yanî (mîtirnîx) hemû kat nawî legeł dîktatorekanî zemanî zûy ewrupa hatuwe, řewştî makyavîlîy hebuwe. le mêjûy ewrupada be cadûgerêkî gewre benawbange, kîsîncîr kitêbî 350 lapeřeyîy duktoray xoy lebarey ew pyawe nûsîwe. lew kitêbeda dełê: «em pyawane leber’ewe be dîmen û gewre û hełkewtûn ke twanîwyane mawey dû sed sał aştîyekî pitew le ewrupada damezrênin».

ew aştîyey ewan le ewrupada dayan mezrand be çi nirxêk tewaw bû.

meger ew aştîyey ke (mîtirnîx) be dyarî day be ewrupa, be şikandinî serugwêlakî wiłate biçûkekanî ewrupa, we kuşt û biř û dîl û esîrkirdinî mîllete bê destełatekan nebû? we ew aştîyeş ke (bîsmark) pêşkêşî kird bezebrî şimşêr nebû?

ełmanya hezar sał bû beçeşnî fîdral îdare dekira, ewe be asin û xoyn we çeşnî zordarî pişûy xełkî biřî û kêşanîye jêr fermanî xoy. wiłatanî tirîşî dagîr kird û împiratorî împiryalîstî (rayşî duwem)y damezrand. le nawewey ełmanyada hêndê qanûnî way bo dîl û esîrkirdinî kargerekan dana, we řewştêkî way damezrand ke le paşan hîtlerîş zor pesnidî kirdin. hîtler le kitêbekey xoyda (xebatî min) denûsî: «mutałay qanûnî kargerî bîsmark le rayşî sêyemda, binçîney syasetî seni’tîy ême debê».

kîsîncîr nûserî dû kitêbî (mîtirnîx) û çekî atomî weku qudretî tirsêner biřway be wituwêjî hêdî û hêmin û leserxo û dûr û dirêj nîye, layengirî wituwêje le hełwêstî zordarî û fiřufêłewe, layengirî çawbestin û dem kurtikirdin û dasepandinî aştîye.

aẍay serokî beřêz! ewey ta êsta gutim lebarey bîruřay xudî kîsîncîr bû. bełam kîsîncîr le barî řesmîyewe, benawî nwênerî dewłetî emerîka wituwêjî legeł vêtnam kirduwe, benawî ew dewłetey ke 124 hezaran medrese û nexoşxaney le vêtnam bombaran kirduwe, hezaran hezar kesî vêtnamî kuştuwe, we hezaran xanû û mezarî sûtanduwe.

ewendey bomba be vêtnam dadawe, le tewawî ew bombayane zyatre ke le şeřî duwemî cîhanîda teqênrawin.

aẍay serok! min benawî wîjdanî caneweran dawa dekem cayzey aştî be kîsîncîr nedrê. ew kabraye ne le barî şexsîyewe û ne le barî řesmîyewe fiřî be aştîyewe nîye û şayanî cayze nîye. tika dekem şerefî cayzey aştîy caneweran biparêzin. îtir řêz û ḧurmet.

gurg - (lûrandî) û daway norey kird.

serok - aẍay gurg! qisey xot bike!

gurg- aẍay serok! êwe beřastî zor mend û leserxon, her êwe detwanin gwê lew hemû qise pûçełaney kerwêşk bigirin. ew qisaney ew kirdinî zorbeyan wełamî xoy bûn. kerwêşk řexne le mîtirnîx û bîsmark degrê ke be kuştar û xwênřişitin û cadûgerî aştîyan damezranduwe, weku debînîn î’tîraf bewe deka ke aştîyan damezranduwe. îtir heqî çîye ew aştîye le çi řêgeyekewe damezrawe. caneweranî pêşînan, gořyan le goşt û dug bê, gutûyane (alẍayة tibrir alusa’il). ew dełê ew hemû bombayeyan be vêtnam dadawe. axir ew kareyan bo parastinî aştî kirduwe.

eger wayan nekirdaye û ew hemû bombaye le ’embarekanda bimanayetewe herdem aştî le xeterda debû. min lam waye eger her tenya leber em kareş bê, debê cayzey aştî be kîsîncîr, nwênerî dewłetî aştîxwazî emerîka bidrê!

meymûn - daway qisey kird.

serok - fermû!

meymûn- min benawî sikirtêrî komîte dawa le aẍay serok dekem, webîr endame beřêzekanî komîte bixatewe ke qa’îde û qanûnî komîte le berçaw bigirin. ew qisaney aẍay gurg kirdinî legeł řêwşiwênî komîte řêk nakewn. ewane ne delîl hênanewe bûn, ne retkirdinewey delîl. detwanim biłêm çeqeł fêł bûn.

çeqeł - (qûřandî) qisem heye.

serok - biłê:

çeqeł - řexne le aẍay meymûn degirim, sûkayetîy bemin kird: min fêł nakem.

řêwî- (waqandî) û daway qisey kird.

serok - fermû, mam řêwî, qise bike!

řêwî - zor supastan dekem aẍay serok û gewreman. řojbaş endamanî beřêzî komîtey caneweran.

lêreda qise zor kirawe, maweyekî zorîş gwê řagîra. xom beserberz dezanim ke endamî komîteyekî ewende dadperwer û leserxo û mend û jîrim.

cêgey şanazîye ke dîmukirasîy caneweran ewende firawane lawaz û destełatdarye dem parawî duwan, qisekanî aẍay gurg zor benirx bûn, webîrxistinewekey aẍay meymûn becê bû, aẍay çeqeł heqî bû řexne bigrê, meymûnîş be řuḧêkî dîmukirasîyewe řexnekey qibûł kird.

bekurtî dîmukirasî lewpeřî berzîda bałî beser kobûnewekeman dakêşawe. leser binçîney em dîmukirasîye tika dekem le aẍay serok û hemû endame beřêzekan ke awiř lem mebeste bidenewe. êre komîtey cayzey aştîy canewerane. ewey ta êsta gutra û bîstira hemûy bedem û kawêjî însan bû. ême karman be karî însan nîye. debê beşêwey caneweran qise bikirê.

pêşnyaz dekem serlenwê kobûneweke dest bikatewe be qisekirdin.

ewey ta êsta gutra û bîstira bê bayex bê. herkes nazanê beşêwey caneweran bidwê heqî qisey nebêt û bêdeng bê.

canewerekan- başe, řaman lêye.

meymûn (sikirtêr)- qisekerî esłî kerwêşk û gurg bûn.

serok - kerwêşk! eger qiset heye bîłê, bełam debê bedem û kawêjî caneweran bê.

kerwîşk- bełê aẍay serok. şêrî «teksas» řoyşit û çuwe lêřewarî vêtnam, kilkî na ser neřey piştî, be lêřewarekeda degeřa, deyneřand û deygirmand. kitupiř tûşî pişîleyek hat. zorî belawe seyr bû, zorî lê wird buwewe. paşan lêy pirsî: to bîçimit le bîçmî ême deçê, xizmî ême nî?

pişîle - bełê. nek xizim, her le tîrey êwem.

şêrî teksas- çon netewey ême, lêre awa wirdin?

pişîle- nexêr. min xełkî «marsîlyam» weku to zile bûm, hatme êre, lêre awa biçûkyan kirdimewe.

şêrî teksas- kê biçûkî kirdyewe?

pişîle- (çawî gêřa, kabrayekî vêtnamîy dî)- gutî: a ewe.

şêrî teksas- (be vêtnamîy gut)- to em xizmey minit awa biçûk kirduwetewe?

vêtnamî- bełê.

şêrî teksas- boçî?

vêtnamî- min lêre le małî xom danîştûm, ew lewpeřî dinyawe hat û minî azar deda. minîş biçûkim kirdewe.

şêrî teksas- demewê şeřit legeł bikem û tołey ewt lê bistênim.

vêtnamî le pêşda tełey bo şêrî marsîlya nabuwewe, wirde wirde şêrî teksasî bird ta geyşte dewenêk û betełekewe bû, çû sê çwar têłay biřî û hate wêzey şêreke, destî kird be lêdanî. şêr maweyekî zor didanî be cergî xoyda girt. axrekey naçar řûy kirde pişîleke.

- to kone aşnay ew kabrayey zimanî dezanî, pêy biłê: eger wek to biçûk bibmewe wazim lê dênê? êsta aẍay serok! em şêrî teksase ke biçûk buwetewe şayanî eweye cayzey aştîy bidrêtê?

serok - (řûy kirde komîte) dełên çî?

řêwî - aẍay serok! bepêy ew dîmukirasîye berze ke şêwe û řewştî cenabtane deng wergirin.

serok - komîte deng bidat.

sikirtêr- bezorbey dengekan cayzey aştîy nobil dedrê be kîsîncîr!

gurg- pîroz bê!

řêwî- pîroz bê!

kerwêşk- bepêy ew dîmukirasîye, cayzey aştîy nobil, řenge axrekey weber nîksunîş bikewê!