pîlanî dujmin

From the Book:
Pêkenînî Geda
By:
Hasan Qizilji (1914-1985)
 8 minutes  820 views

wa bizanim hîçman nazanîn, ne emin û ne eto, le keyewe awaye. ewendey lêman řûne emeye ke zor lemêje awa dejîn û piştawpiştîşman her bem core jyawin. jyan řêwşiwênêkî řûn û dyarî nebuwe. herkese leber xoyewe milî karêkî girtuwe û xerîkî şitêk buwe. îtir leser xwa, ya gałî hênawe ya pemû, gelê carî waş buwe ne gałî hênawe ne pemû, em û ew le birsanda gyanyan weku çolekey berqoçeqanî le şeqey bałî dawe û perewaze buwe. le tirsî eme herkesê pîşey bawik û bapîrî xoy řeçaw kirduwe. bem core jyan řeq hełatuwe û weku ga herdem le pêstî xoyda mawetewe. mêşkîş, asûde û řeḧet, pałî lê dawetewe û bîrî le jyanî baştir nekirduwetewe. kuřî werzêr buwete werzêr, kuřî asniger buwete asniger. ewanî tirîş her wa. eger le pîşey bawkîşyan tirazabin her bedway ew karaneda geřawin ke bemîrat boyan becê mawe. îtir wa nebuwe ke bernameyek danrabê û biřyarî karêk dirabê we xełkeke bo ew kare amade ken û koyan kenewe, meger derebegekan û jandarmî dewłet! xwa hełnagrê ewan herdem em kareyan kirduwe, her tawe natawêk xełkyan bekomeł řepêçek dawe û birdûyanin bo kar, herçend kareke bebêgar buwe û heqyan nedawnê, bełam beher cor taqe karî bekomeł û hemîşeyî her eme buwe.

simaylî ḧeme germênîş yekêk bû lem xełke. ne ’eqłî pê deşka û ne deytiwanî be taqî tenya xoy lew ’alemî xwaye heławêrê. pîşey bawkî řeçaw kirdibû, le çerçîyetî dejya. xurcînekey dexsite ser piştî gwêdrêjeke û swar debû, carî wa bû deçuwe suleymanî, carî waş bû deçuwe mehabad, wirdewałey dekřî û be dêhatewe degeřa. legeł ladêyîyekan zor leserxo û nermunyan bû, deyzanî parey neqdyan nîye. wirdewałey be hêlke û mirîşk pê defroştin. hêlke û mirîşkekanîşî debirde şar deyfiroştin û serlenwê wirdewałey dekřî û dekewtewe dêhat.

gałtey şar û ladê leser mam simayl bû. le şar ḧîkayet û neqłî dêhatî bo dûkandarekan degêřayewe. le dêhat bas û xwasî şarî bo ladêyîyekan dekird. wa hogrî yektir bûbûn mam simayl neydetwanî zor le małewe oqre bigrê, ladêyîyekanîş çaweřwanî mam simayl debûn, eger direng bihatayetewe weřzîyan dekird. afrete ladêyîyekan leser awêne û sabûn, derzî û dezû, binêşt û kile û kiltûr pekyan nedekewt. mam simaylîş beřê deçû, carî wabû şitêkîşî bo demawe.

bełam çerxî çepgerd, ya dujminî çaregran kitupiř tanupoy pîlanêkî way tenî afrete ladêyîyekan kile le kiltûryan biřa û çawî řeşyan kał buwewe.

mam simaylîş xefet day girt û bize û pêkenîn lenaw herêzî řîşe sipîyekeyda ke řuxsarî dapoşîbû, win bû.

qaw dakewt mirîşkî emerîkayî hatuwe, hêlkey sê zerdêne û çwar zerdêney deka, cûcełey pope zêřîn hełdênê, heryekeyan be qedrayîy sê çwar mirîşkî kurdî goştî heye. her kesê mirîşkêkî emerîkayîy bibê le meřêk zyatir qazancî dest dekewê. mam simayl yekêk bû lewaney em beyt û bawey le şarewe hêna bo dêhat. çuzanê eme debête marekey şêx homer û le estoy xoy dehałê!

dway ewe ke naw û nawbangî mirîşkî emerîkayî betewawî le dêhatda biław buwewe, qele û qutey dełałî şaristanî be mirîşkî emerîkayîyewe peyda bûn. her mirîşkêkyan be de qat û bîst qatî mirîşkî xomałî defroşt, ya be kawiř û gîsk deyangořîyewe. zorî pê neçû, bê ewey şeřekełeşêrêk bikirê, kurdistan dagîr kira û buwe (muste’mere)y mirîşke emerîkayî. mirîşk û kełeşêrî emerîkayî befîz û de’yey (mîsîz û mîstêr)ewe be kûçe û kołanî dêhatda degeřan, we weku quleřeşekanî (harilim) deyanřiwanîye mirîşkekanî xomałî.

kitupiř derde mirîşk dakewt. ladêyîyekan ewendey serqełemaneyan be şêx û mela da û nûşteyan bo mirîşkekan kird faydey nebû. le pêşda mirîşkî emerîkayî cendekî giławî le kurdistan becê ma û gyanî çepełî geřawe (yengî dinya), paşan mirîşkekanî xomałîyş le qaspeqasp kewtin û kulaneyan be çoł û hołî becê hêşt.

ladêyîyekanîn destewdamênî şêx û mela bûn û pêyan řwanîye kitêb.

ewendey (rimił) û (usturlab)yan girtewe, ewendey kelên û qujbinî kitêbanyan pişkinî, tenanet le xewnamey (îbnusîrîn)yişda em gungełeyan nedozîyewe. axrekey gutyan: «ẍezebî xwaye naził buwe, biřon tobe biken, qurbanî û xêr û ḧesenat biken».

derde mirîşk kelênêkî gewrey xiste jyanî ladêyîyekan. hêlkey mirîşk behemû corê firyay xełkeke dekewt. hêlke bekuławî, bebirjawî, bekukî, behêlke û şorbaw kełkî ladêyîyekanî degirt, we le cyatîy pare hêndê wirde şitîşî pê dekřira. peřî mirîşk bo serîn, we goştî mirîşk le şîn û şayîda, be taybetî ke jandarim weku bełay xuda peyda debûn, ladêyîyekanî le řûzerdî û le damawî řizgar dekird. êsta ewa emane hemûy le kîs çûn. le hîç małêk kełeşêr naxwênê. nîweşew û berebeyan le xełk têk çuwe, tenanet eger towî melaş leser zewî nemênê, taqe kełeşêrêk nîye bibête (biłqasim).

lem naweda ewî derdî le hemuwan girantir bû mam simayl bû. ew kelên nekewtibuwe jyanî, her becarêk nanî biřabû. ewîş weku xełkeke qubûłî kirdibû eme ẍezebî xwaye, bełam diłî her qirtuqirtî bû. gelêk car leber xoyewe pirte û bołey dekird: nazanim, tê nagem, mirîşk tawan û gunahî çîye? dizîy kirduwe, pyawî kuştuwe, małî xełkî xwarduwe, boçî debê weber ẍezebî xwa kewê? xwa boçî debê ẍezeb le mirîşk girê? eger her deyewê ẍezeb bigrê boçî naçête ser jandarmekan eweta dinyayan xistuwete zelalet? em pirsyarane tengeyan be mam simayl hełçinîbû. bełam neydewêra le kes bipirsê. nanî biřabû, lewê buwestê, serîşî têda deçû. hêndî be dêhatda geřa hîçî bo nefroşra. gwêdrêjekey da berxoy û beleqeleq û bexefetbarî geřawe şarî serdeşt (dîtî lewêş ẍezebî xwa) mirîşkî qiř kirduwe, çunke lewêş weku êre hêlke û mirîşk des nakewê.

simayl - wa dyare derdeke hemû cêgeyekî tenîwetewe. xwa ẍezebî lewêş girtuwe.

’ezîz - negbet û nehatî ew wexte řûy da ke serugwêlakî ew emerîkayîyane peyda bû.

simayl - dem xoş. serugwêlakî ew mirîşke nařesenane ewende pîs û bedfeř bû, her dyar bû em bełayeman beser dênin.

’ezîz - mam simayl! mirîşkî çî?

simayl: axir mirîşke emrîkayîyekan nałêy?

’ezîz - na, na. bê qeza bî! min emerîkayîyekanî nwêneranî împiryalîzim xoyan dełêm.

simayl- le sayey xwawe ewanem nedîwe. nazanim çi de’ba û canewerêkin, desa tuxwa nextê basyanim bo bike ba bizanim çende xirapin.

’ezîz - natwanî bizanî çende xirapin. her şitêkî to le dinyada bexrapî dezanî ewan zor leweş xiraptirin. qisey xoman bê ew derde mirîşkeş her ewan dayan hêna.

simayl - adey mîrza gyan têm bigeyene, xo min le daxî ewe, sîl û dîqim hełênawe.

’ezîz - mam simayl! emerîkayîyekan legeł hêndê sermayedarî taranî kompanîy mirîşk bexêwkirdinyan danawe. deyanewê firoştinî hêlke û mirîşk le êran bigirne dest xoyan û be’arezûy xoyan bîfroşin. eger herwek caran le dêhat hemû małê mirîşkî řagirtaye hêlke û mirîşkî ewan řewacî nedebû. dyare neşyandetwanî betêłay jandarim řagirtinî mirîşk qedeẍe ken, bîryan kirdewe û fêłêkyan dozîyewe weku fêłî řêwî.

fêłeke eme bû hênayan mirîşkêkî zorî emerîkayîyan nexoş kird û bepûłêkî zor bexełkyan firoşt. lelayek pareyekî zoryan ko kirdewe, lelayekîş qiřyan xiste mirîşkî xomałî.

mam simayl - dek xwa le dayk û bawkî xot nestênê! ewa derkewt eme ẍezebî xwa nebû, pîlanî dujmin bû. deba xełkekeş ’aqił bin û bîr le ḧałî xoyan bikenewe!