hestikirdin qedeẍeye

From the Book:
Pêkenînî Geda
By:
Hasan Qizilji (1914-1985)
 8 minutes  849 views

aẍay dewłetî didanî dêşa. çuwe lay didansaz, dway sê çwar kes norey hat. çuwe jûrewe, leser kursîyeke danîşt.

didansaz: demit bikewe.

dewłetî demî kirdewe.

didansaz (maşekey le didanêkî da): hest be’êş dekey?

dewłetî: nexêr.

didansaz maşekey, yek le dway yek, le hemû didanekanî da û ew pirsyarey lê kird. dewłetî hemû carê wełamî dedawe: nexêr.

didansaz: kewaye didanit na’êşê.

dewłetî: çon didanim na’êşê? ey bo hatûme êre?

didansaz: destim le hemû didanekanit da, her dełêy: nexêr.

dewłetî: to pirsyareke xirap dekey. dełêy «hest be êş dekey?».

lêm bipirse: de’êşê yan na?

didansaz: ca ferqyan çîye?

dewłetî: ferqyan zore. didanim de’êşê, bełam hest be’êş nakem.

didansaz- ke taze le ewrupa xwêndinî tewaw kirdibû û le hêndê karî nihênîy dewłet şareza nebû- serî sûřma, bełam zyatir way xeyał dekird ke em kabraye mêşkî têk çûbê. zor leserxo gutî:

- ḧez dekem têm bigeyenî pirsyarekem boçî xirape?

dewłetî: çunke hestikirdin qedeẍeye.

didansaz (be sersûřmawîyekî zyatrewe): hestikirdin qedeẍeye?

hestkirdnî însan qedeẍe dekirê?

dewłetî: bełê, qedeẍeye. çon qedeẍe nakirê?

didansaz: eme şitêkî seyrusemereye. heweł care şitî wa debîsim. to leber qedeẍekiran wełam nadeyewe?

dewłetî: bełê.

didansaz: kê qedeẍey kirduwe?

dewłetî: wezaretxane.

didansaz: kam wezaretxane?

dewłetî: wezaretî jûrewe.

didansaz: şitî wam nebîstuwe.

dewłetî: to heqte netbîstibê, xo to karmendî ewê nî.

didansaz: yanê karmendekanî wezaretxane heqyan nîye hest biken?

dewłetî: bełê.

didansaz: gutûyane hest meke, îtir hest nakey?

dewłetî: tenya gutin nebuwe, tedawî û dermanîşyan kirdûm.

didansaz: boçî hestikirdin nexoşîye ta derman bikirê?

dewłetî: bełê.

didansaz: natwanim le qisekanit tê bigem. zor bibûre. xo to le tawî didan êşe şitî gêjkerî weku morfîn û beng û şitî wat nexwarduwe?

dewłetî: neweła hîçim nexwarduwe û hoşîşim zor leser xome.

didansaz (leber xoyewe qisekanî dewłetî dûpate dekatewe: hest nakem, hestikirdin qedeẍeye. tedawî kirawim hest nekem): kê dełê hestikirdin nexoşîye? çonyan tedawî kirdûy?

dewłetî (detirsê. çaw be hodekeda degêřê kesî lê nebê): natwanim pêt biłêm. to didanim derman ke. boçî ewende leserî deřoy?

didansaz: qisekanit zor seyrin. zor ḧez dekem tê bigem meseleke çîye.

min kabrayekî didansazim. pêwendîm behîç layekewe nîye. lêm diłnyabe, tewawî didanekanit bê pare bo çak dekem, her ewende têm bigeyene eme çi meseleyeke?

dewłetî: min karmendim le wezaretxane. małekem dûre. hemû řojê be utubûs deçim bo kar û degeřêmewe. řojêk le utubûsda bûm, kitupiř serokî dayrekeman serkewt, hate naw utubûseke, hestam û cêgekey xom daye. gutî:

- tirombêlekem pencel buwe. becêm hêştuwe şofêreke çakî katewe.

wîstî nextêkîş qise legeł min bikat. gutî:

- êwe karêkî baş deken be utubûs dên û deçin. le małewe ta degene êzgey utubûs. le êzgey utubûsîşewe ta degene ser kareketan be pê deřon. eme werzişêkî başe, leştan saẍ debê, hest be çust û çalakî deken. hemû řojê em hemû xełke corbecore debînin, gwêtan le gelê qise û basî seyr debê. emeş weku seyran û řabwardin waye.

gutim: cenabî serok! řast defermûy. hest be gelê şit dekeyn, bełam seyr nîn, diłsûtênin.

gutî: çon? wek çî?

gutim: hest bewe dekem ke xełkêkî zor le êzgey utubûs řawestawin û çaweřwanin, we zor direng norem berdekewê. leber ewe gelê řoj firya nakewm nan û çay beyanî bixom. be sikî birsî dême derewe û řadekem xom bigeyenme utubûs. be hawîn ke beqirçeqirçî xoretaw, be zistan bebaran û kiřêwe dêm û xom degeyenme êzgey utubûs hest bewe dekem ke ew xełke çaweřwanî utubûsin, le germanda areq derdeden ya le sermanda hełdelerzin. detirsin negene ser karekeyan û bijêwîy ew řojeyan dest nekewê. hest be peroşî û pejareyekî zor dekem ke hêndê car debînim afretêk mindałêkî nexoşî bebaweşeweye, parey nîye taksîy bo bigrêt û bîgeyenête duktor. lenaw utubûsîşda way pałepesto deden wexte mindałekey bixinkê. hêndê řoj ke parem le bîr deçêt û le êzgey utubûsewe beřakirdin degeřêmewe małewe bo pare, hest be derdî hezaran însan dekem ke heqdestî řojaneyan ewende nîye be utubûs bên û biçin. be germay hawîn û sermay zistan řêgeyekî dûr û dirêj be pê deřon, mandû û şeket ta êware kar deken û her bew coreş degeřênewe, hest be xefetêkî zor dekem ke debînim mindałanî heşt no sałane le cyatîy ewey le medrese bixiwênin, le êzgey utubûs binêşt û cigere defroşin ta paruwe nanêkyan dest kewê. êwe şukur ḧałtan başe be tirumbêl dên û deçin, em core şitane nabînin û dax naçête diłtan.

times serokî dayrekeman emaney bo wezîr nûsîbû. nizîkey mangêk dway ewe řojêk hemûmanî bang kird û emrî wezaretî bo xwêndînewe û zor be dirêjî qisey bo kirdîn.

wezîr nûsîbûy: lebarey hestikirdin, le pispořî emerîkayî řîçerd hêłmezman pirsî, dełê: hestikirdin dû core: hestkirdnî îcabî heye û hestkirdnî selbî. hestkirdnî îcabî weku hestikirdin begewreyî û bilîmetî û zanayîy serdarxan. hestikirdin beme ke wiłat le sayey serdarxanewe ta çend sałî tir debête yekê le dewłete gewrekanî dinya, hestikirdin beme ke serdarxan sayey xwaye, hest beme ke řêjîmî serdarxan baştirîn řêjême, hest beme ewey ke êsta heye şitêkî tebî’îye û sedan sałe her buwe (lîs fî al’emkan ebdi’ mima kanArabic).

hestkirdnî selbî ya ( kawilkar) weku hestkirdnî ew karmende we hêndê kesî hełeşe ke hestî selbîyan leweş zor tunditre. em hestkirdne taze peyda buwe, lebarî nefsîyewe nexoşîye, nexoşîyekî weku peta û aho waye, zor zû xełk deygirêtewe. pêwîste bispêrin karmendekan wiryay xoyan bin tûşî em nexoşîye neyen. ewaneş ke nexoş debin debê betenya le cêgeyek řagîrên ta kesî tir lêyan negrêtewe, we lelay pispořekan çare bikirên.

dewłet bo ewey yarmetîy ew nexoşane bida û pareyan neçê, espardûyetî le polîsxane řayan girin ta noreyan dê. ke noreyan hat byannêrne (kelên) ta lewê pispořekanî emerîkayî û îsra’îlî dermanyan biken.

didansaz: toyan çon derman kird?

dewłetî: birdyanme polîsxane, lewê seretay dermankirdinyan amade kird, paşan nardimyane (kelên) tedawîyan kirdim.

didansaz: çonyan tedawî kirdî?

dewłetî: dermankirdineke dû core. corêkyan řohełatîye, beştî qedîmîy weku daẍkirdin (aًxir aldiwa’ alkîArabic). corêkîşyan řo’awayî, betaybetî emerîkayîye, be espabî kareba û şitî wa.

didansaz: ey dermantan nadenê?

dewłetî: dermanîş deden, macûmêkî řeşe, le cwêndan û tif lêkirdin û têhełdan deygirnewe û deykene ḧeb. bepêy qisey pispoř hîy wa heye řojî dû car, hîy waş heye řojî sê car deydenê.

didansaz: ew nexoşane zû çak debnewe?

dewłetî: eger nexoşîyeke taze bê, heweł car bê û sirk bê, be dû sê mang çak debêtewe. eger nexoşîyeke qurs bê maweyekî zorî dewê. em nexoşîye zyatir nexoşîy zeḧmetkêşekan û řoşnibîrane. ewan zor direng çak debnewe. zorîşyan be dem dermankirdinekewe demirin.

didansaz: ew hemû karmend û supayî û polîseyan tedawî kirduwe?

dewłetî: ewanyan fêrî hestî îcabî kirduwe, nexoş nabin. eger nexoş bin be ḧebî quřquşim tedawîyan deken.

didansaz: ey ew hemû xełke çonin?

dewłetî: sedî heştayan nexoşin. dewłet ewey xeter bêt û bînasê tedawîy deka. ewaney tirîş hîç.

didansaz: başe, weku dełêy me’mûrî dewłet zorbeyan le hestikirdin kewtûn. ew hemû xełke çonyan temaşa deken û beçîyan dezanin?

dewłetî: be mirdûman dezanin.

didansaz: to lat wa nîye ew hemû (nexoşe) řojê le řojan pelamarî ew taqme (saẍe!) deden?

dewłetî: gumanî têda nîye.

didansaz (loke le derman hełdekêşê, dey’axnête kelênî didanî dewłetî.

leber xoyewe dełê: behîway ew řoje). sibeynêş werewe.

dewłetî (be dem derkewtinewe): hîçman negutuwe, ha..!

didansaz: diłnyabe!