texmîsî ẍezelî nalî

From the Book:
Dîwanî Heqîqî
By:
Haqiqi (1902-1996)
 1 minutes  973 views
le şo’ley řûy kemer çîn zêř û zêwan
çi zehrey zuhre û keywan ke bê wan
şu’a’î mîhir û meh laçû le nêwan
le dugmey suxme dwênê nwêjî şêwan
beyanî da sipîdey baẍî sêwan
leber ebroy kewan û tîrî ser jêt
hîlal ewşo bexoy gut teng ebê cêt
xizî řûbend û katê kewte ber pêt
le xewfî tel’etit řoj her wekû şêt
be řûzerdîy hełat û kewte kêwan
şemîmî ’etrî zulifit ’eynî şewbo
şikandî piştî guł xunçey demî to
nîgarim wek gołe hem řenge hem bo
meken men’î peşêwî dił ke emşo
peşêwawe leber perçem peşêwan
dû zulfî ’enberînî nafemîşkin
dû çawî mestî bîmar û pizîşkin
leçaw min coybar û coge wîşkin
dû çawî min kewa keylî sirîşkin
depêwin awî beḧrî xwê be pêwan
be ummêdî qedî newřes nîhalî
qesemxore «ḧeqîqîPen name» bo wîsalî
ke bew dû nergîsî çawî xezalî
şeřabî le’lî rommanî le «nalîPerson»
ḧerame bê mezey maçêkî lêwan