texmîsî ẍezelî salim

From the Book:
Dîwanî Heqîqî
By:
Haqiqi (1902-1996)
 2 minutes  733 views
«ti’alî alilhArabic» ke dwêşew çawî fîkirim çende durbîn bû
le ser sefḧey cemałit kaşfî taha û yasîn bû
xeyałî her le ser tefsîrî seru û sêwî sîmîn bû
hemû eş’arî doşînim le wesfî lêwî noşîn bû
deçespa lêw be ser lêwda ḧîkayet bes ke şîrîn bû
le wêney řûmetî sêwit le nêw baẍan depşikûn guł
le qaqay pêkenîn û řewtî to kew mat û ahû sił
le ber xunçey nepşikûtûy demit ḧeyran debê bułbuł
giran muhrî dehanî to biřî bendî terazûy dił
dełên yek nuqte weznî hîçe bo em nuqte sengîn bû
be şîwen dê be şîwan dale şwênî xeyme û xeylî
debin xarî muẍîlan şîn be firmêskî wekû seylî
diłê kasey gedayî bo şikandim ger nebû meylî
mełê mecnûn şika şanî le bosînî segî leylî
le lay ’aşiq xîlafî ’aqłî em hetke temkîn bû
şiney tuřřey ’ebîrit řeşkî mîşkî çîn û tatare
nîgay çawî xumarit turkî mest û şox û ’eyyare
sikûnî gyan le pêçî perçema bo wesłî dîdare
’ibûrî dił be çînî zulifta bo maçî řuxsare
qelender řaste bo çîn çû welî meylî be maçîn bû
fîday bałay nemamit bim ke xwênî turk û tacîke
ḧełałit bê eger xwênim biřêjî çî dekey bîke
bełam swêndit dedem bew çawe meste û lêwe barîke
le kułmet herçî xarc bû serî egrîce qeyçî ke
biłên ba ser biřînî xarîcî bo řewneqî dîn bû
gułî ya şem ke wek yek bulbel û perwane şeydatin?
birîndarin be tîrit her dû muḧtacî mudawatin
le esrarî tebabet ’arf û ’amî hemû matin
qerarî ’aşiq û qanûnî ḧîkmet zîddî yek hatin
ke teskînî birînî dił le nefxey zulfî mîşkîn bû
«ḧeqîqîPen name» ew butey wa řûy wekû awêne denwênê
xeracî çawî mexmûrî le nûrî dîde destênê
serî teslîme bo toş gyan sipardin çare namênê
be îmay dîdeyî me’şûqe ’aşiq kêw le bin dênê
le lay «salimPerson» kenendey bêstûn ebroyî şîrîn bû