payîz

From the Book:
Dîwanî Heqîqî
By:
Haqiqi (1902-1996)
 1 minutes  660 views
gełařêzane fesłî xezane
keway xezałan kewłî xezane
qaz û qurîngan le dem şetawan
be şîn û řořo řoyn le tawan
sersewz û bor çîn le derd û daxan
xizîn xizane bin berd û şaxan
nema le baxan ne guł ne bulbul
çirîwe naye çi ma kułî dił
naye û nabîsim le mel cirîwe
le şîw û dołan qaře û qirîwe
ne gimey kotir ne qaspey kew dê
ne lem sirîwe, ne dengî ew dê
kwanê gułałey dîw û nedîwan
swêsne û hełałey ber qed û şîwan
kwa haře hařî awî hełdêrî
kwa bilwêrî şwan kwa şenge bêrî
gułî yaqûtî û gełay pîroze
le kwên lêk biken cêjne pîroze?
geła werîwin zerd û narincî
bo wa zû řoyî zemanî gencî