zistan

From the Book:
Dîwanî Heqîqî
By:
Haqiqi (1902-1996)
 1 minutes  798 views
dîsan befranbar day da kiřêwe
dîsan řêbendan supay beřêwe
şikist û bestî xatû zemherîr
key kem êstey kem le hozî feqîr
bay toř û bařn be mon û mirçî
simkołê deken le ẍarî wirçî
be zebir û zengî ne pel ma ne mel
be ẍûlî cengîy kê bê û biłê lel
bûzî girêdar çend sifit û sexte
bestî be şexte destî le texte
deşt û bendenî kirde bestełek
basî kewlêye! bo řêwî û dełek
çeqeł qûře qûř gurg lûre lûr
simorey birsî nûzey dê le dûr
hawar hawar dê kałan wepêçin!
destê karwanî kiřêwe pêçin
gomî tebî’et gêjawî zorin
bełam zistanan sed řeng û corin
çerx desûřê wekû debînî
le bo min û ton tałî û şîrînî