şiney řeḧmet

From the Book:
Dîwanî Heqîqî
By:
Haqiqi (1902-1996)
 5 minutes  1010 views
xudaya xelq û emrî to hewa nîn
le xelqî kaynattida xeta nîn
qedîm û baqîye zat û sîfatit
hey û bûy û debî bo to fena nîn
zemîn û asman û mang û řojit
řyaz û řaz û řemzî bê beha nîn
le řêy nasînî to westan leřêwe
eger çî herdû westan: ’eqił û zanîn
sena mexsûsî toye û ḧemdî bê ḧed
kesî dî layqî ḧemd û sena nîn
hewr lew řojewe fermût bibare
heta řojî ḧeşir daydate barîn
ewendey befir û baran dêne xwarê
ewendey çom û çawe û coge carîn
hemû beḧir, ayetin emma be ayet
ewendey hen ewendeş bêne yarîn
eger dunya hemû tofanî nûḧe
çem û beḧir û kerêz û bîr û kanîn
muřekkeb bin binûsin gewreyî to
le şe’nitida be qedrî pûşî ka nîn
beşî řaman û damanin le nexişt
eger zeřřatî ’alem pakî manîn
şerîkit nîn û pêwîstî kełek nî
le bo miłkit sinûr û întîha nîn
dełên ḧusnî tebî’et serbexoye
be mahîyet ewaney şareza nîn
le befranbar û řêbendanî ewsał
nîşanit da xudanasî û xudadîn
dey û behmen ke wêney zemherîrin
be destî qudretî to bûne hawîn
le kwêstan teyrî germênê neçowe
ke dî germên û kwêstan lêk cya nîn
desî ḧukimit le batî řinwe befran
řuwandî nergis û lale û řyaḧîn
çelan qendîl melay mendîl beser bû
ewêsta şêxî sersewze û kewa şîn
serî be gułałe dedrewşê wekû tac
hewarçî texte cêy wek şan û şa nîn
hełałe û swêsne řawestawe sef sef
le şan û baskî çeşnî fewc û ta bîn
feřş hen řayeł û po zêř û zêwin
be nexşe û wênekey baẍ û çya nîn
le xeyrî û xetmîye tarî keş û tûş
gułî şewboye poy, hełz û kema nîn
ne şaney dî ne xim ew řeng û řîse
be emirit sûr û şîn û ał û awîn
gułî jałen ne çetrî tawsî mest
guł estêrey şewanin şewçira nîn
be řengî sûřetî û zerd û sipî û sûr
şikofan bûne guł bulbul munadîn
demî pişkûtnî xunçey beyanan
nesîm amade bo ’enberfişanîn
der û deşt û çya xemłî wekû bûk
hewa zawa, guław û ’etre kabîn
nimûney pêkenînî guł be şewnim
girînî bulbul û xendey beyanîn
be ’etrî mêxek û sûsenber û yas
ke xoşbotir lewan mîşkî xeta nîn
kej û kêw mest û bulbul mest û guł mest
dełêy ew deşte huşyarî tya nîn
xetaye nîsbetî bonî hełałan
legeł mîşkî xuten çîn û xeta çîn?
le tefsîrî îremda mûşkafan
be fesłî wa xerîkî mûşkafîn
le şîwan qaspe qaspî xase kew dê
le ser şîwan çirîkey baz û şahîn
demî subiḧ û mesa qaz û qurîngan
be řêje û sef çep û řast û musawîn
le dem çoman qułaẍey dawe masî
be sêławî xiřawan coge masîn
le çoman û le goman qełpezey aw
le hełfiř hełfiřî qaz û mirawîn
xezałan katî têberdan û hawêr
le nexşî bêrîya ḧorî weha nîn
be dînî des le nêw des nanî çopî
semaçî ḧewtewaney asmanîn
le geł řengîn kewanê lêt negořê
keway řengînî wan řengînkewanîn
wekû estêre dedrewşin medarî
le estêrey medarî ustuwa nîn
hewa tarîk û řûnî perçem û řûn
qemer kewtote ’eqreb bo řwanîn
be çawî muşterî biřwane zuhre
îşaratî ’utarîd nařewa nîn
le ser seryan desuřên polê kotir
dełên êmeş bełagerdanî wanîn
kewî dił seydî çawî bazî naze
le ḧukmî çawî bazan kew řeha nîn
çi şîrîne kizey cerg û bizey lêw
le layek xende bê lay dîke nałîn
gułan xermanî gułyan sûre emma
be fikirî musteḧqiq û bênewa nîn
seney ewsałe taybetyey be şemsî
denûsim bo ewaney neslî sanîn
hezar û sê sed û penca û şeş bû
le ḧefta têpeřî bû ’umrî fanîn
le ber derdî gunahan dił nexoşe
ḧekîm aman çi derdan bê dewa nîn
گەداێیکم le ber derkî xudayek
«filatinhArabicr» ke ẍeyrî to xuda nîn
be hoy «la tiqnitu min riḧimit alilhArabic»
diłim xoşe ke we’det bê wefa nîn
be «sibḧan alzî asra bi’bidةArabic»
be şay mesnednişîn û masîwa bîn
be nûrî seyîdî serdar û serwer
ke elqabî ewn «tة û yasînArabic»
muḧemmed eşřefî ewladî adem
ke lew çatir le lay to enbya nîn
şewî esraye dî û bîstî û geřawe
be giştî herçî esrar û me’anîn
be îxlasî řesûłanî ulul’ezim
bewaney wa xuda nasan û namîn
peşîmanim le tawanim bibûre
penam hênawe ẍeyrî to pena nîn
legeł beḧrî kerem nacore narit
be kurdî aw û awir aşna nîn
binêre û bîke dermanî «ḧeqîqîPen name»
şiney řeḧmet ke lew çatir şifa nîn
sîřatî musteqîmim pê kerem key
nesîbim key sefî en’emte amîn