şukirane

From the Book:
Dîwanî Heqîqî
By:
Haqiqi (1902-1996)
 3 minutes  904 views
sena bo «alilhArabic» xuday mîhreban
le dîn û dinya řeḧîm û řeḧman
le ḧandî ḧemdî zimanim lałe
baqî her ewe û baqî betałe
xway sema û zewî berz û newîye
nedîw û dîmen pakî î wîye
felek û melek, mang û řoj û şew
mexlûqatî dî kê xulqandî? ew!
hewr û barane, aw û xak û ba
çon xelq debûn emrî ew neba
le xelqî adem ’eqił damawe
endêşe mandû, fîkir westawe
dû çaw û dû gwê, dû dest û dû pê
be bê tefawet, kê wek kê deçê
be şikił û deng û řeng û xułq û xû
kêt dî wekû yek? kêt dî wekê çû?
be şew dîmenî mang û estêre
be ’erz û tûlî kanî û estêre
kanî biçûke eger deryaye
qyasî ewîş wekû em waye
bełam debînî erz û asman
deşte panekan, kêwe berzekan
herçî mewcûdî dyare lêtewe
le nîskî çawda cêy debêtewe
şukiraney barî qet nabê tewaw
şewawê bigre be firmêskî çaw
fesłî beharê baẍan deka xoş
gułit dedatê be baweş û koş
karg, kuřade, kişnigir û řêwas
qeysî, bełałûk, hełûçe, gêlas
dar û dewen û çiř û kej û kêw
bûkî řazawen, bize le ser lêw
xunçe dexate neşe û geşe û guł
bulbul dekate diłêk û sed kuł
şemał saf deka heway derewe
kanî řûn deka, aw řûnkerewe
hawînê dênê dway fesłî behar
piřn le nî’met deşt û zewî û zar
herçî pêt bwê xwa pêtî dawe
dêne ber destit lew xak û awe
nayete ejmar ew xêr û bêre
ne xo mandû ke ne bî’ejmêre
lêşawî nî’met ne sere û ne bin
çî nefist bîwê û «tilzala’înArabic»
payîzê ḧasił hemûy degatê
zekat yekêke le wacbatê
bîde û xercî ke û pêy biço meke
eger hatyewe xirapey meke
her le ber xuday biço zyaret
dexîl sed dexîl nekey ticaret
lêt pûçeł debê wek binêştî cû
temaşa dekey dîn û dinyat çû
ewcar zistan dê dway fesłî payîz
serma û kiřêwe û ba, be wîzewîz
de kursî bixzê heta newrozê
seferan meke, lê mede pozê
le çeqexanan diro be têře
gwêy bo şil meke, nwêjan wegêře
eger aza bî helî şew nwêje
le destî mede şewgar dirêje