cêjnî mî’rac

From the Book:
Dîwanî Heqîqî
By:
Haqiqi (1902-1996)
 2 minutes  795 views
ew mange mangî «ricb alilhArabic»ye
mangî mî’racî «risuł alilhArabic»ye
bîst û ḧewtem bû cebrîlî emîn
hênay fermanî «rib al’almînArabic»
’erzî kird selam ya «risul alilhArabic»
de’wet kirawî bo xizmet «alilhArabic»
fermû xo saz ke be wechî lazim
buřaq ḧazre û minîş mulazim
le xizmetit dam ta cêgey mucaz
heta nizîkî sera perdey řaz
kirdî ḧeřeket řesûłî kerîm
bê çûn û çira bo ’eřşî ’ezîm
şewî mî’řace û şaswarî buřaq
řêbwarî řêgay beriztirîn taq
řoyî bo xizmet ḧezretî barî
le ’eřş û kursî řeḧmet debarî
be şewqî laley «lîlة alasraArabic»
bû be çiraẍan sera û sersera
ta ḧayl nebê bo ḧuzûrî ḧeq
perde ladran tebeq dway tebeq
řûḧî enbya û çakan û pakan
be dînî şad bûn siław le pakan
sefî melayk çûne pêşwazî
bałyan řadexist bo payendazî
hawarî kirdê hawřê cebre’îl
ya «risul alilhArabic» dexîl sed dexîl
eger bewlatir be mû têpeřim
be nûrî yezdan desûtê peřim
şew û şewřewî şyawin le wî
cwanî fermuwe mewla mewlewî:
«çû dîtî û gutî û bîstî û geřyawe
ḧełqey dergakey her eleryawe»
sed û bîst û çwar hezar pêẍember
etoyan bûye îmam û řehber
xełatî hêna cebrîlî emîn
leqeb dway leqeb «tة û yasînArabic»
ya řeb be ḧeqqî řesûłî ekřem
be «xîralbişirArabic» , «şifî’ alamimArabic»
ya řeb be ḧeqqî ḧebîbî barî
be al û beyt û be her çwar yarî
le beḧrî ’efut nemêk yemêke
kerem ke, lay to yemêk nemêke
deryay řeḧmetit bê ser û bine
to bê nyazî, bo î wek mine
bo xot dezanî xecałet barim
be lutfî xefît ummêde warim
gunahim zore dezanî řazim
toy karsazim be to denazim
ḧekîm nexoşim derdim girane
çarey nexoşî dewa û dermane
be «la tiqnitu min riḧimit alilhArabic»
ummêdewarim natirsim lewla
nebî şefî’e û eto şefîqî
yeqîn debexşî curmî «ḧeqîqîPen name»