ḧesretî bê sûd

From the Book:
Dîwanî Şakelî
By:
Sheikh Ehmed Shakeli (1905-1980)
 1 minutes  408 views
řeg û řîşem le bin hat û bedem seylî fena derçû
dirêẍa ’umrî şîrînim le «malay’inî»Arabicya ser çû
hemû teḧsîl û se’yekim le bo dinya teḧesur bû
eger dewrey tya kirdo eger tya em peřew’ewpeř çû
be ẍefłet serfî weqtim bû be fikir û wesłî dinyawe
negeye damenî desim û ewa ’umirim le des çû
ke destit nakewî çakî îtir em henke henket çî
çe sûdêkî heye hewłit le pêşana muqedder çû
be ḧesret bes temenna ke hem aẍoşî legeł qeḧbe
be bîkirî hate dinyawe legeł enwa’î şew her çû
de bes neqdî ḧeyatî xot bike serfî lebo dinya
ke herkes danîşê têya tyatřo û tiřo derçû
meger îxlasî zatêkim bida tewfîqî herdû la
eger nekoşşî şexsîm wekû cîsmim muhedder çû
le fîkirî qet nekey eḧmedPen name xeyałê mîhrî canane
ke dinya bê esasêke çe başêke fena ger çû