ẍemgîne diłim

From the Book:
Dîwanî Şakelî
By:
Sheikh Ehmed Shakeli (1905-1980)
 2 minutes  444 views
le paş geřanewey şa’îr le bendîxaney mawet kiçêkî nesrîn nawî le temenî (5-6) sałîda le ḧewzî aşekeda exnikê, lew kateda şa’îr le mał nabê, legeł mela ře’ûf çû biřon bo naw şatrîyekan le katî êwareda hewałî fewtî nesrînî pê ełên, em parçe şî’re le encamî ew karesateda witrawe.
ẍemgîne diłim zare leber fîrqetî nesrîn
peste diłekem êste le bo tîbetî nesrîn
ey boçî leserçî bo newêstawe le řêgam
bêtaqetim êstake lebo řu’yetî nesrîn
derdim çe girane be nebûnim le dyarî
katî sefer û koçî wekû qîmetî nesrîn
awe sebebî jîn û ke çî mergî be ewda
nîlewfeřî serḧewze ke bû sûretî nesrîn
ey daẍî giranim be minałî ledesim çû
dernaçê le dił daẍî guł řûmetî nesrîn
çawim le ẍemî derd û fîraq û le meraqa
wek ḧewze ke piř awe leber fîrqetî nesrîn
çawim be mezarî çon nekewê çon exewê
teskînî dił û çawî mine turbetî nesrîn
gułzar û qisûr û guł û mul bê le cînana
eḧmedPen name be umîdim le cezay ḧesretî nesrîn