ẍefłet

From the Book:
Dîwanî Xadim
By:
Khadem (1895-1953)
 1 minutes  500 views
’umrê be ẍefłet řêy înkarim girt
guł le gułşen bû çepkê xarim girt
řêgay şikim girt nemzanî çîye?
bî maye û muflîs řêy bazařim girt
lem pirde yeqîn kewte naw guman
le cîlwey řoja şewî tarim girt
nêçîr le dest çû ma dengî segan
gencim le dest çû kilkî marim girt
be xakim zanî zêřî xalîs bû
kişamewe paş řêgey parim girt
le ẍefłetî dił tecellam win kird
řûy em awêne be zingarim girt
’eybî nihênîm be teqlîdûn kird
le cêgey řêy řast řêy dîwarim girt
neqşî nigînim be çep xwêndewe
lem řaste řêye řêy giftarim girt
hatmewe serxo lem bê hoşîye
nefsim girtewe segî harim girt
dûr bûm le diłdar be ẍefłet demê
serim kirde pê řêgey yarim girt
be cîsmim zanî xadîmPen name xoy can bû
le ḧeqim lada řêy pendarim girt