qesîdey řoj

From the Book:
Dîwanî Xadim
By:
Khadem (1895-1953)
 3 minutes  713 views
wek felek bo ’eşqî to sergeşte û ḧeyrane řoj
bo cemal û ḧusnî to her řoje sergerdane řoj
îqtîbasî nûrî xoy kirduwe le nûrî to
çunkî lew řoje ke řoje bo to sergerdane řoj
wa le řêgey ’eşqî to ew karî her nesrewtine
can fîda û serbaze bo to karî serdanane řoj
şew ke dî cîlwey cemal û şu’leyî şem’î řuxt
řoj û şew bo şem’î to dewranî wek perwane řoj
’eynî em te’sîre eksîre ke te’sîrî le xak
wa ke eykate teła û gewherî yek dane řoj
xuřřemî bexşî dirext û neş’eza bo sebzezar
şîrînî bexşî ḧelawet mîweyî baẍane řoj
mahî dû hefte eçête jêr xisûf û tîregî
ger bizir bê řû be řûy ew şu’leyî tabane řoj
xoşî ger bêt û bizir ka cîlweyî mehtabî yar
deçne jêrperdey kisûfa dûr leřûy canane řoj
metłebî her bare em hat û çuwe û sûřanewey
bo îta’et wa kemer ber berizdey damane řoj
meşqî eşqî kird le řoja kewte deşt mecnun eger
bo hemû şew seḧer eydî leser şaxane řoj
bo tewafî koyî to sergeşteye û dêt û deçê
sewlecanî ’eşqî to bû goyî em meydane řoj
herwekû pergare dewrî da’îmî bo teḧit û fewq
nuqteyî meqsed dehanî yare wa dewrane řoj
her ełêy we’dey wîsalî pê dirawe katî ẍerb
xwên le çawanî debarê da’îma giryane řoj
çon le awabûnî řengî lane degrî curmî ew
wek birînî cergî ’aşiq xwênî ta damane řoj
we’deyî mî’racyan zanîwe herdû řoj û şew
boye wek ḧacî le se’ya heřweley dewrane řoj
şew leber ’îciz û nyazî behremend bem lutfe bû
bê nisîb mawe le feyzî suḧbetî canane řoj
şew çi şew mêşkî xetayî řeng û boy lê werdegirt
zêřî ew goşey le damen ew şewe penhane řoj
şew çi şew mî’racî şahî enbya we’dey wîsal
ta qyamet bo şewî wa bendeyî îḧsane řoj
şew çi şew awis be sencyey se’adet bo hezar
her ebê řoj çakirî bê gerçî xoy sułtane řoj
ey xîtabî řeḧmeten lîl’alemîn bû řûbeřût
şew le dûrî to denałim çawî min giryane řoj
teşne lêwêkim etoy serçaweyî awî ḧeyat
lutfî to feyyaze bo şew xawenî îḧsane řoj
ya xuda biřjêne ser xoyî û seḧabe û al û beyt
nûrî xot û hem sełatit ta wekû tabane řoj
min segî dergahtim hem xadîmPen name y yaranî to
bendeyî îḧsantim qurban heta e’yane řoj