tercî’bendî nîştimanî «bendî pêncem»

weramî weten
From the Book:
Dîwanî Xadim
By:
Khadem (1895-1953)
 2 minutes  671 views
destî dujmin têkî da eḧbab û nan û xwanekem
wa lecêy mey piřle zehre saẍîr û peymanekem
badeyî saqî lexwênî cergime nałem neye
kewtine zîndanî esaret wa gelî dîwanekem
gułşenî şadî semûmî zułme sûtandûyetî
boteşamî matemim ewsubḧî ’etir’efşanekem
muddetêkî wa le şêranî weten xałî buwe
bote cêgey řawî řêwî ’erseyî meydanekem
’îzzetî gořî be zîllet negbetî çerxî felek
boye wa cêgey gedaye mesnedî şahanekem
şewq wizewqim çon bimênê lem esaret xaneye?
em xumare têkî dawe şořşî mestanekem
matemî azîzî azadîme koçî leylekem
ḧepsî zincîrî esaret bo diłî dêwanekem
payîzî zułme kesewzey deştî kirdûm bepûş
bote cêy qebrî şehîdan merkezî seyranekem
dest le kot û pê le zincîrim tekanî çî bidem
pîrî kirdim derd û ẍem kwa taqetî merdanekem?
leşkirî zułme wiłat û awedanî têk eda
bote wêrane hemû germyanekem kwêstanekem
çon le birsa namirin kewtûne jêrbarî cefa
destî dujmin agirî berdaye deẍił û danekem
qesrekanî têk řûxawim bote dersî qewmekem
çaw hełênin def’eyê binwařne weyranekem
şem’î umêdim kujawe bařeşî negbet ke hat
boye bê perwaye perwazî peřî perwanekem
zîlletî qewmî ’ezîzim agirî xistime ciger
hermeger eşkim bika çarî diłî buryanekem
xo ezanim em do’ayem bo eken bem şê’rewe
’aqił û zanayekanim, muxlîs û dîwanekem
(řebbî bedkarit bibînim kwêr û îflîc û zelîl
bête ber derget biłê haware kakî kurd dexîl)