tercî’bendî nîştimanî «bendî duwem»

From the Book:
Dîwanî Xadim
By:
Khadem (1895-1953)
 2 minutes  503 views
daẍekem dił daẍdare bo diłî zarî weten
gwêy felek keř bû le girye û şîn û hawarî weten
wek demawend wa temî matem hemûy dapoştuwe
şax û dax û baẍ û dêhat wihemû şarî weten
gułşenî şadî be weyşûmey xezan buwete pûş
ẍunçe napşikiwê, gułîşî zerde gułzarî weten
herilq û popî direxte têkşikawî destî ẍem
hergełaye û hełwerîwe wa le ẍembarî weten
asman reş poşe estêreş cirîwey lê biřa
mang le matem cîlwe nada bo ’ezadarî weten
ḧałî bê ḧałe le ḧałî nez’e çabûnî meḧał
xełqe gwê bigirin bizanin çî bû guftarî weten
bêşeyî şêran bû êste laneyî rêwî û çeqeł
gurg û seg têrbûn le goştî lawî diłzarî weten
kwa cigersozê nebû daxê be cergim lew deme
ẍem le diłma laberê tozê bika çarî weten
kwa selaḧeddîn nejadan bêne meydanî neberd?
ta le sê lawe bida fetiḧ û zefer yarî weten
kwa weku kewkeb biřêjin lawekanî nîştiman?
ta biken recmî şeyatîn bêne hawarî weten
kwa tebîbî tîbî derdî lawekanî bê murad?
ta bika çarî diłî piř’êş û bîmarî weten
«gwê le qirçey cergî sûtawî bigirin bote kebab»
bo ciger goşey ciger birjawe hawarî weten
xełqe binwařn be çawî lêł û pêł û piř le eşk
bo le xwên etlêtewe wa çî bû azarî weten
bîkene wîrdî zuban êwe û xuda em şê’reme
dest hełênin bo do’a nefret le bedkarî weten
(řebî bedkarit bibînim kwêr û îflîc û zelîl
bête berderget biłê haware kakî kurd dexîl)