tercî’bendî nîştimanî «bendî eweł»

From the Book:
Dîwanî Xadim
By:
Khadem (1895-1953)
 2 minutes  518 views
ba bikeyn daym hemûman şukirî gîtî aferîn
hem senayî ew řesûłey řeḧmeten lîl’alemîn
destî qudret bû derîhêna le tarîkî ’edem
ew cîhane û asmane û kuřřeyî řûyî zemîn
ademîzadî be wechî eḧsenî teqwîmewe
xelqî kirdin nazk û řêk û letîf û nazenîn
cwan û zîbatir le ’alem xak û şaxî kurdekan
xakî ’enber, şaxî gewhe, baẍî fîrdewsî berîn
şaxî qendîlî wekû qendîle şewqî bo wiłat
pîremegrûnîş kemer bestey gułałe û yasemîn
her’eman bo şaxî hewraman heraman tûş neka
ta tema’î lê neka çawî ḧesûdî dûrbîn
lutke şaxî berzî kurdane feřeḧ bexşî diłan
sûlî solavîş temaşake legeł şaxî sefîn
awekey serçawekanî çawî bedyan lê be dûr
wa ke heł eřjê beserşaxan wekû duřřî semîn
wek beheşte deşt û çołî herdî piř lale û le guł
kuř lelayê her wekû ẍîlman kiç wek ḧûrî ’în
nawizgî xakî wekû qasey tucařî dewłemend
piřme’adîn, piřlegewher, piř le le’lî ateşîn
herte’am û mîweyî dar û dirextîye bê dirêẍ
her ełêy ma’îdey ’îsaye nêrra bo zemîn
ecnebî carê eger ew nî’met û xakey ke dî
zû ełê ey qewmekanim firsete ba zû biçîn
herkesê em cennetey dî dête serzarî ełê:
«hizih cinat ’idin fadxiluha xaldîn»Arabic
dirêj eken destî teme’ ẍeddarekan bo her teref
nayełn asûde bin kurdî feqîr têyda bijîn
berdî binçîney nîzamî ’edlî derhênawe zułim
ḧatemî destî suleyman kewte dest dêwî le’în
bawcûdî nî’met û serwet xuda dawye bewan
bê beşin emřo heta gořřa beşî şayî beşîn
zorî bê me’waye emřo bê newa û bê newan
çaweřîm ḧeqyan bistênê ’edlî řebul ’alemîn
(řebî bedkarit bibînim kwêr û îflîc û zelîl
bête berderget biłê haware kakî kurd dexîl.)