1

From the Book:
Yaddaştekanî Minalî û Beşêkî Serdemî Feqêyetî
By:
Muhammad Chirustani (1895-1963)
 6 minutes  980 views

le bîrim nayêt key desim be xwêndin kirduwe. emendem bebîre zor minał bûm le abłax feqêyekî bawkim le sûretî «ٲlim tir kîf fi’il ribik biٲsiḧab alfîl»Arabic dersî pê egutim, feqêke lêy dam desim kird be giryan. be kułî giryanewe çûm bo małî bawegewrem - bawkî daykim ḧacî mela miḧemmed, pûre fatim xuşkî daykim, řeḧmetî xuday lê bêt, bedem giryanmewe hat, firmêskekanî le çawim siřî, lawanmyew, xwa bîbexşêt, witî îtir xom derist pê ełêm, meçore lay feqêyan. bawegewrem ḧacî mela miḧemmedî zendan leřêy zendanî lay kanî kewe mela buwe, ḧezretî kak eḧmed «riḧimةalilة»Arabic hênawêtî bo dêy abłax be melayetî, zorî xoş ewîstim. ḧeta minał bûm carêk eçû bo lay zewîyekanî karêzî lawelay zergete, dway kewtim be giryanewe, herçen hawarî kird kuře biçorewe, bigeřêrewe, her dway kewtim. be fêł bom ehat beşkem bitirsim, heřam ekird. ke eřoy, dway ekewtimewe. axrî ke zanîy nageřêmewe, witî: were, were quřimsaẍ. kirdimye qełandoşkan ta karêzî lawe, be mezenne bîst deqîqe ebêt. yařebî bîbexşî.

le sałî (1318) hezar û sêsed û hejde ke sałî wefatî şêx ’umerî byare û tewelludî meła ’ebdułłay birame, xwa bîhêłêt, wam bebîre be wasîtey şeř û heray beynî neqşî û qadrî le suleymanîye, řabwardinî bawkim le abłax zor tał û naxoş bû. feqet be me’lûmî şêx ’umerî byare sałê pêş wefatî pê fermûbû le abłax barke. dizî şêxanî daraẍa şewêk dîwarî xanuwekeyan biřîn. hawîn bû, le ḧewşe enûstîn. bîstiman ke bo kuştinî bawkim nardûyanin. ke eçne ḧucreke kitêbxaneke ebînin, etirsin, ełên: îme çon saḧêbî em kitêb û qur’anane bikujîn? tałanyan kirdîn, herçî nwên û pêxef û qap û qaçax û xurc û buxçe û ewî kełkî pêwebêt, ḧetta lîbas û kewşî bawkim ke şew daynabû, hemûyan gird kirdibuwewe û saf le saf tałanyan kirdîn. dizekan çwar bûn. wam bebîre axrî me’lûm bû ke kên û le kwên. herçen xełq be bawkimyan wit ke be peyseryewe biçêt gwê nedayê. axrî le abłax barî kird û çû bo hełebce.

bawkim le dêy abłax tenya mudeřřîs bû. bapîrim îmam û xetîb bû. abłaxî î’tîqadyan be bawkim zor bû, zoryan le la gewre û be ḧurmet bû, xizmetyan zor ekird, û le qisey derne’eçûn. ke bapîrim wefatî kird abłaxî be îmametî xałim mela siḧesen, řeḧmetî xway lê bêt, řazî û qani’ nebûn. bawkim le mizgewt be ḧizûrî hemû pyawekan ke karbedest bûn û maqûł, kiławî xoy kirde ser xałim û mêzerî xoy be seryewe best û le wextî nwêja xoy qametî bo kird û pêşî xist û îqtîday pêkird. îtir abłaxî hîç î’tirazyan nema û be îmametî xałim qena’etyan kird.

mela ḧiseynî abłaxî, xwa lêy xoşbêt, gêřayewe witî: ’ezîzî gułxendan xwa lêy xoşbêt, kuřî ’ebdulřeḧmane. ’ebdulřeḧman bawkî le ’erefey cejnî qurbana, lebeynî abłax û suleymanîya, ḧemeřeş tifengêkî pêwe enêt eykujêt be zułim. ’ezîz le sikî daykya ebêt. min û ’ezîz ya le yek hefte ya le yek manga le dayk bûyn, wek le daykim bîstuwe, řeḧmetî xway ‌lê bêt, ’ezîz zor nexoş û hîlak bû, be umêdî nemayn. çunke taqaney paş bawkî bû zorman peroş bû. jinan şîn û şepořyan leser kird. xway ’efûy kat kakim meḧmûdî ḧemesałḧ witî: ḧiseyn bigeře mamosta ’ebdulřeḧîm, bizane nayhênêt. çi wexte? nîweşew, engusteçaw, quř û çiłpaw û baran ebarêt. key kem, îstekem. witim: kake, mamosta zeḧmete bem şewe tarîke quř û çiłpawe bigate êre. witî: dexîle biço. min çîm kird? kerêkim hêna, kurtanim lê kird, libadêkî pakim dûqed kird dam beserya, leser libadekeyşewe bermałêkî berniwêjim pya da. kerekem daye pêş xom. le dergay małî mamostam da, xoy bexeber bû, hate derewe, witî: ewe kêye? ḧałekem têgeyan. witî: enca mela ḧeseyn min çon egeme małî êwe bem baran û quř û çiłpawe? witim: qurban! kerim hênawe, pîs nabît. libad û bermałim besera dawe. dergay kirdewe, hate derewe. qederê mat bû. le paşa witî: mela ḧiseyn em kere hî kêye? dirom pê nekira. witim qurban hîy małî ewřeḧmane. witî: babe min çon swarî kerî małî hetîw ebim? herçen hawarim kird fa’îdey nebû. çakî kird belada, xoy hełkird. kewşekanî be destewe girt, witî: pêşim kewe. xolase geyştîne ḧewşey ême, le pêşewe zû xeberim da ke jinan laçin, mamosta hat. dûr kewtinewe. swêndî be qur’an xward legeł mamosta geyşte jûrewe leřast serî kuře danîşt, fewren bê eme du’ay besera bixiwênê, kuře çawî hełêna û be bereketî pê û pûzî ewewe xway te’ala şîfay da, ke hîç be umêdî nebûyn. min serguzeştey mela ḧiseynim zor be kurtî nûsî bo eme ke diroy têda nebê.

ḧacî emînî ḧacî qadir xway bîbexşêt egerçî axrî jyanî be başî neřoy û le daxî kuřgelî bêḧeya û bê’îta’ey xoy, xoy kuşt, emma xwa înşeła eybexşêt û be kirdeweyekî baş nicatî edat çunke xizmetî bû, řûxoş bû.

ke şîrk û kufirit legełda nehat
asane lay xun řizgarî û xełat
’ezabî mu’mîn le xwa zyad nakat
gunah bexşînî řeḧmete eykat

ḧacî emîn gêřayewe: zewîyekman kêła bû bo şikartey genme behare bo mamosta. zewîyeke leber awbareda bû lebeynî sinûrî abłax û kanî gome û nîza’î leser bû.

kwêxa sałḧî kanî ‌gome men’î daçandinî zewîy ekird û xoy cûtî narde ser dayançand be behare. êmeyş gird bûynewe ke biçîn men’î bikeyn, mamosta neyhêşt, herçen îsrarman kird witî xotan mandû meken, em ḧeqe xwa eysênêt. êmeyş leber diłî ew wazman hêna. swêndî xward witî beharey kwêxa sałḧ řwa, hate derewe, wek terzî şûtî û kałek biław buwewe be’erza, le erz řast nebuwewe, laskî nekird, gułî lê peyda nebû, çen car swêndî xward witî ême serman sûř mabû, zanîman eme sîřřêkî xwayîye ke ẍedrî kwêxa sałḧî le mamosta qibûł nekird.