seretay yaddaşt

From the Book:
Yaddaştekanî Minalî û Beşêkî Serdemî Feqêyetî
By:
Muhammad Chirustani (1895-1963)
 1 minutes  652 views

herçen te’rîxî wîladetim le nûsrawî bawkima nedîwe, û leber bêselîqeyîy xom lêm nepirsîwe, ax! daxî becergim zor şit le diłma meraqe ke wextî xoy le xizmetya nempirsîwe, êste herwa be girê û gołî le diłma mawetewe - emma be teḧqîqatê ke xom kirdûme le dêy abłax ke«misqit rٲs»Arabic cêy tewelludme lew kesaney ke ’eskerî zemanî sełtenetî ’ebdulḧemîdyan kirduwe sałî tewelludim kirawin be ’esker û xwêndewarî be řebtuzebit bûn, bom me’lûm buwe le te’rîxî řomîyewe ke sałî tewelludim 1312» hezar û sêsed û dwazdey hîcrî buwe. îste ke (1375) hezar û sêsed û ḧefta û pêncî hîcrîye, wa diłim piř buwe le kuł û çawim piř buwe le firmêskî ḧesret û esef bo gelê şit exom ke le wextî xoya bêselîqeyî bû be sebeb bo îhmal kirdin û nepirsînewey lew bawke ’alme ’abîde zahîde ke zû sêberî leserim hełgîra û têrim le berî feyz û bereketî nexward.