2

From the Book:
Yaddaştekanî Minalî û Beşêkî Serdemî Feqêyetî
By:
Muhammad Chirustani (1895-1963)
 8 minutes  695 views

le bawkim bîstuwe fermûy ḧacî ’arebî abłaxî çunke nîsbetî be şêxanî suleymanîyewe bû ḧezî le min nedekird û çen car cinêwî bew feqêyane eda ke eçûn bo řatbe û zorcar boyan egêřamewe ke ẍeybet û basî minî be xirape ekird, gwêm ne’edayê û feqêkan şikatyan lê ekird lay min emut gwê medenê. carêk pyawêkî abłaxî leser şikartekem ebêt ke abłaxî leber awbareda lexwar serçinarewe boyan daçandibûm. ḧacî ’areb xwa ’efûy kat, be swarî le serçinarewe dêt, le pyaweke epirsêt: kure ewe çî ekeyt? ełê: em şikarteyey mamosta mela ’ebdulřeḧîm aw edem. bêłekey le des esênêt, çen bêłêkî lê edat ełê: eme leber mela lêt edem û be swarî benaw şikartekeda eřwat. pyaweke ke dêtewe abłax be new’êk bo bawkimî egêřêtewe, fermûy karî kird le diłim, zor êşî pêgeyşit, nek leber şikarteke, leber pyaweke. hełsam be ’ezim û qesdî ewe ke le ḧeq te’ala bipařêmewe du’ay qehrî xuday lê bikem. her bew nyazewe çûm bo kanî pyawan, distinwêjim şişt û dû řik’et nwêjî «silaﺓ alḧacة»Arabicm kird. ke selamim dayewe, her bew fikire destim bo du’a hełbiřî. fewrin hat be diłma ba du’ay îsłaḧî bikem. witim yařebbî em pyawe ummetî pêẍembere «silî alilة ’ilîة û silim»Arabic, buẍzî em pyawe derḧeq be min ke lew ’ulema û weresey řesûlułłam «silî alilة ’ilîة û silim»Arabic bo dînî zerere. yařebbî em buẍiz û ’edawetey tebdîl bikeyt be îxlas û meḧebbet. fermûy: weła geyştime małewe, wa bizanim ke fermûy zorî pê neçû ḧacî ’areb peyda bû hate małewe, destî maç kirdim îqrarî kird be qusûrî xoy, witî ’efûm bike tobe bêt îtir namaqûłî derḧeq be xot û feqêt nekem (lewedwa ebê be muxlîs û muḧîbî bawkim, ḧetta bû be neqşî û temesukî be ḧacî şêx emînî xał kird). bawkim fermûy: ke ḧacî ’areb bew ḧałe pařayewe û peşîman buwewe, pêm wit: ’areb! xwa be qurbanî ḧezretî řesûlełłat kat be xwa be nyazî du’ay qehrî bûm ke le xwa dawa bikem, axrî leber xatrî pêẍember «silî alilة ’ilîة û silim»Arabic ke ummetî ewît, gořîm be du’ay îsłaḧ û meḧebbet. le sałî (1342) hezar û sêsed û çil û dû ke le serdeştewe çûm bo byare û hatmewe xałim, xwa ’efûy kat, de’wetî kirdim bo małewe. benhênî xom û xoy bûyn. ewîş em ḧîkayetey be mufesel bo gêřamewe. temaşay demuçawîm kird dyar bû zor be meḧcûbî eygêřayewe. îşeła tefsîlî ew sefere le cêgay xoya dêt.

medresey abłax zor ’umde buwe. feqêy başî têda bû, wek mela qadrî mela momin, ḧacî mela yosfî gebeyî, mela ’ezîzî yaxîyan. min dewrey axrîm beḧał bebîre zor qerebałẍ bû.

bawkim fermûy ke ewwełcar çûme abłax řemezan hat û feqêm nebû, wîstim kitêbî mêhacî newewey binûsmewe, çunke mêhace çapekan cêgay ḧaşye lê ‌nûsînî ‌nebû.

ewweł řojî řemezan destim be nûsînewey kird, řojî dû cizûm enûsyewe. pêş çejin her çwar řub’ekem tewaw kird. wekû xoy le axrî řub’êkewe nûsîwye le1302 bû.

fermûy kak eḧmed «riḧimة alilة»Arabic bangî kirdim fermûy to kitêbit nîye, were min şazde têẍbendit bo enûsim, bînêre bo deştî dizeyî bot bifroşin, parekey bide be kitêb. 16 têẍbendî bo nûsîm. nardim bo dizeyî, firoştyan, parekeyan hênayewe. tesaduf ḧacî mela miḧemmedî bapîrim eçêt bo ḧec, pareke bewa enêrêt boy edat be kitêb: şêrwanî ḧaşyey tuḧfey îbnuḧecer 8 ciłd, fetaway kubray îbnuḧecer 4 ciłd, bacorî ḧaşyey «fitiḧ alqirîb»Arabic dû ciłd, çend kitêbî tir bew pareye kiřawin. řeḧmetî xwayan lê bêt.

abłaxî le hawîna bo cum’e kirdin eçûn bo suleymanîye. be bîrim dêt car car bawkim ke eçû bo cum’en eybirdim bo mizgewtan. carêk paş cum’e çûyn bo xaneqay mela ’elîy mela wesman. le ḧucrey feqêyan danîştibûyn, beḧał bebîrme kułoyek şekir û pyałeyek çayan leberdem danam, wityan: kamyanit dewêt? emzanî ewe şekire, şekirim dîbû, emma çam nedîbû û nembîstibû. destim bird şekirekem hełgirt, witim: emem ewêt, ewem nawêt. wityan dey eweyş bo to. nemwêra desî bo berim, pêm pêkenîn. axrî boyan sard ekirdimewe û xwardimewe. eme ewweł ça bû ke dîwme û xwardûmetewe.

feqêy abłax ke cum’an eçûn bo suleymanîye car car le şar de’wet ekiran. şewê direng ehatnewe bo abłax. le bawkim bîstuwe fermûy carêk feqêkan paş cum’e de’wet kirabûn. şew direng ke dênewe zabtêk ebînin serxoş û mest, lêy eden, çermesereyekî zorî eden, becêy ehêłn. mela qadrî momin egeřêtewe serî, des eka be baxełya, ew pareyey pêy ebêt lêy esênêt û be’zê şitumekîşî lê esênê. herçen feqêkanî řefîqî men’î eken gwêyan nadatê zabteke řût ekatewe. dênewe bo abłax. bawkim fermûy bo sibeynê ke nore dersî mela qadir hat nardim be dwaya ke bê bo ders. be weḧdetî xwa legeł hat û danîşt janêkî zor beşîddet kewte serim ke taqetî temaşay kitêbim nema. witim mela qadir biřowe serim zor jan ekat. bo sibeynê le ewwełewe nardim be dwaya çunke dwênê dersî nexwêndibû û janî serîşim nemabû. ke hate ḧucre desbecê serim destî kirdewe be jan, taqetim nema, witim: mela qadir serim jan ekat. dîsan bê ders řoyştewe. řojî sêhem dîsan bew new’e. ew sê řoje ke dehate ser ders خۆێندن, serim desî ekird be jan, ke eřoy janeke defi’ ebû. řojî sêhem witî: ewe boçî ke min dêm bo ders to serit jan ekat? witim: nazanim eme bê siř nîye, çît kirduwe? witî: hîçim nekirduwe. teḧqîqatim le feqêkan kird, mes’eley zabtekeyan bo gêřamewe ke şewî şemme lêyan dawe û mela qadir řûtî kirdotewe. enca ḧukmim lê kird ebê biçît ew zabte bidozîtewe û çît lê senduwe bîdeytewe. witî: to temate serim be fitaret bideyt, bexwa eřom û eme nakem. buxçe û esbabî pêçayewe û řoyşit. bawkim, xwa lêy xoşbêt, em serguzeşteyey zor be ’ecayebî egêřayewe, xom lêm bîstuwe û swêndî leser exward.

feqêy abłax bo zexîrey zistan ke ’adetî feqêy suleymanîye û etrafyetî her «deqne» řabtey abłaxyan kirduwe. ewendeyan zexîre dawe pêyan gelêkî zyad buwe. ḧetta le bawkim bîstuwe fermûy feqêy abłax le axrî behara ewendeyan sawer mabû yek baryan lê birde şar, tozêk giranî bû firoştyan. be mezenne fermûy ḧoqeyan da be şeş bêçû û deqney řonyan nekirdewe, be nore abłaxî be ḧoqe û dû ḧoqe řonyan dawnê. ḧetta le bawkim bîstuwe û abłaxîş zor car eyangêřayewe ke ḧacî emîne řeş buwe, xwa ’efûy kat, norey řonî feqêy egate ser, pêy ‌ełên mame ḧacî be xwa noret geyştuwete ser. řonman nemawe. ełêt: tematane legeł ayşê be şeřman den jinekey nawî ḧacî jine ’ayşe buwe. enca çî bikeyn? bê şeř em řone zeḧmete. le paşa ełêt: bawkim tedbîrêkim kirduwe, ha eme dû mecîdî, eçim le małewe da’enîşim, be feqêyeka dû mecîdîyeke binêrin, biłên mame ḧacî feqêkan em dû mecîdyeyan narduwe, řonman pê bifroşe. emma kuře mecîdîyekan pêş xen û be destewe aşkiray ken û nîşanî ayşêy biden. lepêşa basî řon nekeyt ḧetta mecîdîyekanî nîşan edeyt. feqêkan be tedbîrî ḧacî emîn eken wekû ew tedbîrey bo kirdibûn. ḧacî jin pirzeblês ebêt, ełê: řonman kwa? xwa ’efûy kat meşhûr bû be řezîl mame ḧacî ełê: nazanim ayşê ezanêt. lepaşa ełêt: a wełła pareman ewêt, afret xo to řon her efroşît û pareşman pêwîste bo fiłan şit, neweła ba be feqêkanî bifroşîn.

ḧacî jin qena’et eka, hêze řon dênê ya ḧoqeyek ya dû ḧoqe řonyan bo ekêşê. ḧacî řica eka le ḧacî jin, ełêt afret de toyş beşî qibułîyekyan bo bixe ser wekû xełq, axir em pareye hîy musłimanêkî wek mine bexêr dawye be feqêkan. be hezar ḧał be qeder engutke hewîrêkî zyad exate ser û le qisey ḧacî tênagat. em qiseye zor bas kirawe.