leşkirî merîwan bo ser gełbaxî

From the Book:
Yaddaştî Rojanî Derbederî
By:
Zewar (1875-1948)
 4 minutes  736 views

lepêşa nûsîman ke pyawî walî bo leşkir hatbû. hemû begzade le balk ko bûnewe û meḧmûdxanî hewramîş hate ewê. netîce tedbîryan wabû çwarsed sware û tifengiçî le qumandey herdû meḧmûdxana ḧazir bê. lepaş dû řoj tedarekat be umêdî ewe walî memnûn biken û qunsiłos le gunahê ke bûyane ’efuyan bika û ’efwî êmeş dawa biken, swarî em dena’ete bûn ke lenaw ’eşayra meqbûł nîye kesê dexaletî be kesê kird îtir biçê begjya. gełbaxî ke hatbûne merîwan, le merîwanî me’yûs bûn. le hemû lawe kiraye êlcařî. řûyan kirde gełbaxî. ewanîş mudafe’eyan pêdekira, emma hemû caf kih le kwêstan bûn, ewanîş bûn be leşkirî walî û, teyareş te’qîbî ekirdin. mecbûr bûn dexaletyan kird û malîyat biden û ředdî mezalîm biken û çend aẍayêkyan çuwe şar «sine»Location. lepaş em fetiḧ û zefere walî bo her dû meḧmûdxanî nûsî debê çend řojê bêne şarewe. mu’temedî xoy û ce’fersanî hewramîşî bo emnyetî ewan nard swêndu şertî zoryan bo nwandin. be’îqna’î çûne şarewe. «sa’ةً»Arabic xanûyêkyan bo xałî û tefrîş eken. heta sê řoj xidmetêkî «fuq al’adة»Arabicyan deken. lepaşa pêyan dełên leşkirtan biławbikenewe, biřonewe. xotan heta xełat û berat werdegirin lêre bin. îta’eyan kird. leşkir hatewe. ḧetta kaẍezyan řojbeřoj dehat û carê meḧmûdxan nûsîbûy: «lişkir angilîz az rah garan û mirîwan bih kirdistan mî‌ayd..... hirçih lazim darind cibra nimî‌sitanind. mi’amilh xwahind kird, bih ayşan bidhîd. we kar ru bih xubî ast».Persian

pyawêkî tir hatewe, witî meḧmûdxanî hewramî xerîke jin mare eka. êmeş lebeynî xof û řicada bûyn ke em leşkirî îngilîze lemerîwanewe bêt bo ême tehlukeye. lelayekewe diłman xoş bû ke le sine îş çak ekirêt. lepiř xeber hat herdû xan ḧebis kiran, negbetîy ême ewanîşî girt. diłxoşî xoman edayewe ke goya hemû îşî êran bo pûł û pareye. çend sałe merîwan û hewraman malyatyan nedawe, be mîqdarê pare necatyan ebê. şareza nebûm ke êran tabî’î hîç qanûnê nîye, nemdezanî ke ře’îsî memleket xoy ře’yetî xoy teslîmî ecnebî eka mucazatî bida, çunke hîç ḧukûmetê ledaxłî xoyda cezay ecnebîş ḧewałey ecnebîy saḧêbî naka çi cay ře’yetî xoy. şerîfuddewłe herdû meḧmûdxanî teslîmî qunsiłos kird, ewîş xoy û însafî..... ême bûn, le hewraman bûn. le hemû keşakeşê bêxeber bûn. cêgayan qaym bû. şêxul’îslam le newey seyîdî çoř hat bo dîdenî kuřanî şêx û teklîfî kird be wechî tefeřřuc biçîn bo ew kwêstaney lepişt dêy çořeweye. êmeş be’umêdî ewe îmrarî weqit bikeyn û le merîwanîş etirsayn ke bimangirin û teslîmî ḧukûmetman biken, bełku ře’îsyan berbibê û, le hatnî leşkirî îngilîzîş xofman hebû, şewêk benawî zyaretî çořu tefeřřuc hemû barman kirdiçûyne kwêstanî mew’ûd. «fî alwaqi’»Arabic diłî xoşî ewîst ewende besefa û fênk û hewadar û le te’eřřuz meḧfûz bû. lepaş dû řoj xeberman bohat leşkirî îngilîz řîc’etî kird, leřêy şarezûrewe geřayewe. êmeş barman kird hatînewh derzyanLocation. em řoyn û hatnewe be qise xoşe.