gełbaxî

From the Book:
Yaddaştî Rojanî Derbederî
By:
Zewar (1875-1948)
 2 minutes  713 views

gełbaxî ’eşîretêkî kurde le etrafî sine, zor bedest û aza. «mi’ alti’esif»Arabic ewanîş weku baqî ’eşîretanî kurd hemû cerde û eşqyan. çend weqit bû ḧukûmetî sine men’î şeqawetî ewanî pê nedekira. lew weqteda munasebetî beynî îngilîz û êran zor xoş bû, qwasłosêkî îngilîz hate sine û be pare û esleḧe û teyyare eytiwanî mu’awenetî êran bika. «zahra»Arabic qerar dirabû gełbaxî tenbye bikirêt. êran leser ’adetî xoy bo hemû ’eşîretê emrî kird leşkir binêrin. şewê; ke le kanî sananLocation bûyn pyawî şerîfuddewłe bolay meḧmûdxan hatbû lewê bû. lepêş êmeda cwabyan dabû, çunke gełbaxî qîsmêkî dexaletî be merîwan kirdibû hatbûne naw merîwanîyewe, feqet be çûnî ême syasetî merîwan gořa. ḧezyan ekird xidmet be ḧukûmetî îngilîz û êran biken, bełkû bibin be sebebî ’efwî ême. heta ême teqsîm kirayn pyawekey walî neřoybiwewe, her le merîwana bû.

legeł kakeḧeme řojman be çayî, be qisey xoş, be xeyałî meḧał beser ebird. řojê witî min dîqqet ekem em merîwane jinî cwanî tya nîye, emma yekêkim dozîwetewe nextê le însan eka, we’îlla baqî hemû weku da’bay kêwîn, ḧez ekey nîşanit bidem. eger kiç bê nîkaḧî ekem. zorim la cwane. meger kakeḧeme bêxeber le ḧałetî ew wiłate. jinîşyan tûşî pyaw bê selamî lê deka. dû sê def’e selamî lê kirdibû, way dezanî ke ḧezî lêkirduwe. carê minîşî legeł ḧoy muntezîr kird, ke hat bîbînim. hat, dîm xirap nebû. witim başe. witî medḧêkî bike. leber diłî ew em řuba’îyem bezubanî ewewe nûsî:

çaw bazekey merîwan hoşî ledest fiřanim
dił bû be seydî çwî, esîrî ebrwanim
seřřafî ḧusnî ewm û ew her wekû cewahîr
bexwa minim lednya qedrî tewaw bizanim

lewaqî’a nawîşî «cewahîr» bû.