cejnî řemezan

From the Book:
Yaddaştî Rojanî Derbederî
By:
Zewar (1875-1948)
 2 minutes  1054 views

witman řojî ḧereket řemezan bû. yanze řojî mabû le eḧwałî cejin û řojû bêxeber bûyn. şewê î’lanî cejin kira. «’»: matim zide ra ’îd bud matim dîgirPersian. beyanî fikirî mał û minał, yadî xizim û weten û řefîqan û perêşanîy xoman lew ḧałeteda teqrîr nakirê, emma nextê le cejnekeman edwêm ke nimûne bê bo hemû perêşanîman. ew minałaney şêx ke hemû cejnêk pêncised şeşsed kes lemałî ewan nanî exward, ẍeyrî hełmî agirî semawerekeman û dûkełî ciẍerey desman nebê, tebeqey hewa’yey řast ême dûkeł û buxarî têkeł nebû. şêx ’arfî xełkî derzyan xoy be seyîd ḧîsab ekird, şexsêkî ’aqił û fehmîde bû, zor dełałet û tesellay êmey dekird, řojî cejin hate laman danîşt, lepaş se’atê emrî kird lemałî ewanewe mecme’eyek nan hat, qibûłî sawer bû, heşt kes mîwanî ew mecme’eye bûyn.

legeł kake ḧeme lebatî hemû geřanî silêmanî çûyne serřêgay «cewahîr»Named-Entity le meř doşîn bêtewe, car becar lorelorêkîşman bo ekird. le axirda me’lûm bû cewahîrîş mêrdî heye. mîza eḧmedî biray kake ḧeme kaẍezman bo nûsî ke legeł xoy weqtê çû bo seqiz bîba bo «seyîdî zenbîl», çunke îşî mexsûsî xoy hebû deçû bo bane û seqiz. lew řojaneda mecbûr bû bikewête řê, be’ecele swar bû řoyî.