xeberî şêx
lepaş em hemû şay’e diroyane û xebere řesmîyane, deng biławbuwewe şêx hatuwete merîwan, wa le «çoř»Location. baz ẍulẍuley «řaste» û «řast nîye» lenawa peyda bû. bo teḧqîq ḧisîn nazimNamed-Entity û seyîd îbrahîmNamed-Entity le dizłîyewe hatin bo merîwan, çûne çoř. şoř şoř hatnewe. nazanim esasî ew hemû şay’e diroyane çî bû! etwanim biłêm řast le êrana nîye. leḧze leḧze xewfî begzademan bû ke bimangirin lepênawî xanekana. we le eḧwałî înqilabî silêmanî her anê new’e beyanê neqił ekira. jinê hat witî małî êwe tałan kira, emma hemû minałan selametin. zor memnûn bûm lem xebere, çunke tałanî małî min qedir û qîmetêkî way nebû. eger bîşîbwaye te’essufim bo małî dinya nedexward. emma xefetî kakeḧeme û minałekanî şêx ḧeq bû. neqid û cîns û eşyayan şîmetî sêhezar lêre zyatir řoybû. legeł ewaş zor sabîr bûn. eyan wit hemû fîday şêx bê, şêx selamet bê.
beyanîyek danîştibûyn. çaman lênabû. lepiř qasîdê leřêwa hat, selamî kird û danîşt, hemû kewtîne meraqewe, řûman têkird: mijdet pê heye? witî bełê. minîş şarezay diroy ew qasîde bûbûm, witim etwanî emcare diro nekey? kezanî min lewêm, hîç qisey nekird. kaẍezêkî le baxełya derhêna day be kakeḧeme. hemû çawman ebłeq bû çi xeberê zuhûrî kird? xeyałman wabû leser new’e şay’eyek şêx çuwete etrafî seqiz. qasîdekeş seqzî bû. lepaşa le nawçawanî kake beşaşet der’ekewt. řûy kirde ême witî baş ebê. ’adetî kakeḧeme wabû ḧezî ekird hemû îşê mektûm bigrê. kaẍezekey da be min, xwêndimewe. şêx ’arfî seqzî bo şêx ře’ûfî nûsîbû: «bilatuqif»Arabic dên bo seqiz, serumał te’elluqî be êweye, bendibûntan «qit’ya»Arabic qubûł nakem. êre qonaẍî şêxe û bexusûsî de’wetî min û kakeḧemeyşî kirdibû. wekû ’ecem witûyane «xudim be bisre mîriftim pul kimî nidaştim»Persian, ew mijdeyman beqeder hemû dinya pê xoş bû û qasîdeke çay xwardewe. ’eynî kaẍezêkî wehaşî bo şêx letîf pê bû. řûy kirde dizłî. êmeş cwabî kaẍezman ḧazir kirdibû, nûsîbûman hêndê îşman heye, çend řojêkî tir ḧereket ekeyn. meqsed lem te’xîreş: întîzarî cwabî mîrza eḧmedman dekird û be řezay begzadekan biřoyn. ew şewe behezar ẍa’île řojman kirdewe ke qasîd bêtewe. beyanî têfkirîn dû swarî pyawî xoman hat ke taqmî dizłî ewa bekoçewe hatin. ayşexanNamed-Entity defermiwê ewanîş barken. lem xebere zor muteḧeyîr bûyn. nemanzanî kutûpiř wa bar eken. lew weqteda xuşkî şêx zor nexoş bû, we kakeḧeme leber qeřebałẍî neydewîst legeł; ewan biřwa. nexoşîy xuşkî şêxî kird be byanû, witî natwanê swar bê û nabê betenha becê bimênê, ewan xwaḧafîzyan bê, ême lepaşa dêyn. swarekan xeberyan birdewe. ayşexan baweřî nekird. şêx îbrahîmî nard, ewanîş îqna’ kiran, řoynewe. şewê ewan le balkLocation bûn, beyanî leřêy serşîwî seqzewe benaw hemû ’êlî; cafa ḧereketyan kird. mîrza eḧmed xeberî nebû. behyexan zor meraqî řoynî bû çunke waydezanî le seḧray kebîr ke goştî benî adem exon, le mu’ameley merîwanî çaktir bû. be mefadî «û ٲbwa ٲn yizîfuhma»Arabic mîwandarîşyan nedekird û tema’î małîşmanyan dekird. xeberman zanîbû ke fikiryan xirabe. lepaş dû řoj ke taqmî dizłî řoyî, êmeş barman kird bo terefî bane. şew çûyne «qeła». asarî ḧukûmetî qedîmî êran û baẍ û baẍatî mabû. ew şewe wek ḧakmî êranî ke yekêkî berdest bikewê, çon xewî lê destênê ke mecbûrî bika be teḧwîlî parçey cerîme, mêşûleş xewî le’ême send. řuba’îyekim dana em mîsre’em lexatirda mawe:
le zułmetî şew, le ’ezabî mêşûle, le endêşey řê, be tulû’î subiḧ necatman bû, çunke çend swarêkî şêx qadir hatin be îşî xusûsî, bûn bewasîtey muḧafezey řêgaman. legeł ewan kewtîneřê le qeławe. hedefman şar....
..... şerbe û kundeman piř kird le liqe wişkî bî ew şîwe ewendeş darman peda kird heta beyanî giřî agirman ember û ewberî şaxî girtibû. çaman dem kird. maḧezerêkman sazkird, be enwa’î qisey xoş řamanbiward. beyanî bo bane barkira. heta nizîkî nîweřo benaw nizar û daristanî piřsêber bêẍa’île řoyîn. sa’etêkî mabû bo şar, le şeraẍ çem û awêkî sêberdar xistan. fikir wabû beşew biçîne şarewe. neřoyîn heta paş ’esir, meşẍûłî çalênan bûyn, çend swarê derkewt wamanzanî şêx qadrî biray şêxe. hatne pêşewe. şêxanî berzinceyî bûn ke ewanîş wek ême derbeder bûn, le «hengejar»a qubûł kirabûn, ře’îsyan seyîd eḧmedî ḧacî mamend bû. lepaş zor beyanî te’essuf û te’essur beḧsî pyawetîy sadatî hengejarî kird û xeberîşî be’ême da ke şêx qadir û mał û minałî neqib hemûyan lelay řostem xanin. êweş biçne ewê. meḧmûdxanî ḧakmî bane ew penaye nîye ke zanîwtan. qedrê lelaman danîşt, înca du’axwazîy kird, řoyewe bo naw xêłî xoy, êmeş kewtîne řê. weqtî meẍrîb daxłî bane bûyn. ḧemetał pyawî řostem xan lepêş êmeda mîwanî şêx qadir û minałanî neqîbî kirdibû, te’rîfman bîstibû, řûman kirde małî ewan. egerçî xoy le mał nebû. emma le teref bira û kes û karî benew’ê xizmetyan kirdîn, meftûnyan bûyn. ke řoj buwewe legeł kakeḧeme çûyn seyrî bazař û qawexane û karwanserakanî baneLocation. temaşay wez’î şarman kird ke le şeřî řûs û ’usmanîda wêran û sûtabû. taze xerîkî te’mîrat bûn. mîqdarî sedupenca małêk cem’ bûbuwewe. şarêkî xoş, menzereyekî diłguşay heye.
bane merkezî ḧukûmete. qerîb be seduheşta dê tabî’etî. ewîş bilûkêke le bilûkatî kurdistan. îdarey ḧukûmet bedest begzadeweye. heta zemanî yons xan bû betewawî bane lebeynî begzadana beş nekirabû. ke waqî’ey yons xanNamed-Entity û ḧacî na’îb řûyda herkes bibwaye be ḧakim mecbûr bû ke terefdar zor bika. ew terefdareş be dê û xełat û berat řazî ebûn. bew wasîtewe zor wirde begzade bûn be pyaw û zorîşî meḧu buwewe emma ḧakmî lebeynî ewladî yons xan ya ḧacî na’îb xarîc nedebû. emma bewasîtey îqtîdar û kîfayetî řostem xan û ferec xanî biray «bi’zaً mistiqła»Arabic we «bi’zaً miştirkaً»Arabic mudaxeley ḧukûmetyan ekird. weqtî mwaseletî ême řostem xan û meḧûdxan herdûkyan ḧakim bûn. yekê wekîlêkyan le şara bû. leber emîn nebûn leyektirî xoyan beyekewe le şarda danedenîştin. begzadey bana ḧeqîqet «balim’ilum»Arabic şecî’, cesûr, sexî, beterbîye, be usûł, bedîrayetin. îttîfaqyan lebeynî xoyana bibwaye ḧakmî merîwan û seqzîş ebûn. nîfaq way lêkirdûn pijderî, merîwanî, sa’îre mudaxeley îşî bane eka. eweş ’elametî meḧwî ta’îfeye. bewasîtey ew îxtîlafe, êranîş carbecar malyatêkyan lê destênê. eger le begzade hemřahî be ḧukûmetî êran neka, natwanê guzer be baneda bika. bełê:
«kurd le hercê ke bibê mîlletî xo xore»