bo şipirze le hejarewe

From the Book:
Gird û Ko
By:
Nafe Mazhar (1913-1998)
 1 minutes  589 views
pêkeweman bêt kake şipirze
bijî be xoşî bê çet û pirze
giş řojî sałit cejin û pîroz bê
bê megez û moz bê teputoz bê
bê mirqey sofî û ḧawḧiwî derwêş
bê çirte û pirte û qirtey paş û pêş
bê qîře û nîře û şîřey pîrejin
têr û miř û piř le kasey cejin
xwa bitparêzê le bełay mela
ne bombat bo bê ne derd û beła
herkê şipirzePen namey xoş nagereke
eşê pêy bêjin kawra kereke
nafî’ gyan qezat le hejarNamed-Entity kewê
kê toy xoş newê hergîz nesrewê!