xwaye ’umirim beşî xom kird

From the Book:
Gird û Ko
By:
Nafe Mazhar (1913-1998)
 1 minutes  541 views
xwaye ’umirim beşî xom kird
taqîm kirdo dirişt û wird
zorim dî muḧtacî nan bû
zor feqîr û perêşan bû
şukur êstake zor saze
pûłî heye bê endaze
maşîn, demudezga û qesrî
moẍazey sîstemî ’esrî
pêşûy xoy lebîr nemawe
feqîrî lela giławe
zorîş ebînim gewrepyaw
xawenî mułk û mał û naw
daym piř bû dîwaxanî
koşk û hewarge û baxanî
malk û fermanřewa bû
serî daym le ḧewa bû
êste şiř û wiř û kize
lem şarî sine û seqze
serlejêr û kiz û keneft
muḧtace bo yek lîtir neft
îtir besme mirdin xoşe
merg zor xoşe siřpoşe
le espî ẍefłet dabezîm
esteẍfîrułłahul ’ezîm
çawî biquncê şipirzePen name
îtir nebînê em terze!