sermay seqiz

From the Book:
Gird û Ko
By:
Nafe Mazhar (1913-1998)
 2 minutes  578 views
meyê der aman wişk ebî řołe
qarî xwaye em sermawsołe
wirç be wirçî xoy le kuna řeq bû
lûlekeşî aw letlet û şeq bû
ḧewz û estêre û bîr û çem bestî
hîçkes bo desniwêj teř nabê destî
menceł û goze û şîşey aw teqî
yexekey mawa lewê be řeqî
bałinde û řêwî û gurg û mişk û mar
heryek le kuna řeq hełat wek dar
kirdî be sedî yacûc kelîxan
şeq bû îsfałtî pirdî wełîxan
piçřa û řûxa û nîwey kewte çem
be siłametî pyawanî bêxem
be’zê îdare û medrese çoł bû
le hercê basî serma û sehoł bû
xo cengełbanîş xway lêbê řazay
xwa bîxate ber meḧkemey qazî
neyhêşt baneyî feqîr û hejar
wek caran bêrin ne xełûz ne dar
takû feqîr û hejarî seqiz
zimsanî załim wa neyanka kiz
pyawê şox eyut emaneş serman
ẍezebî xwayîn hatûne serman
le hemû pîstir xo şîrketî neft
yexwa zelîl û kiz bêt û keneft
zexîrey nebû lebo řojî řeş
feqîr û hejar meḧrûm û bêbeş
lem serma sexte ke wa řasewřas
lût û gwê ebřê wek têẍî ełmas
wek kolle mexlûq le wird û dirişt
be şaneçirkê û cwên û şeřemişt
heta dû se’at etezî û emird
lepiř zordarê beşekey ebird
şeřexencêr bû bo tinokê newt
hawaryan ebird bo melekelmewt
desdar ebird û bêdes eyřiwanî
sikałay ekird le zîndeganî
têr me’lûm agay le birsî nîye
agay le sermay jêr kursî nîye
hîç kes nazanê eḧwałî feqîr
meger her xway ’ellam û besîr
omêdewarim nehêłn qewî
îtir wa feqîr bixate zewî!