kakî bêkar

From the Book:
Gird û Ko
By:
Nafe Mazhar (1913-1998)
 2 minutes  545 views
’eleykeselam kakî bêkarim
ezanî le to gelê bêzarim
ezanim latî boye wa matî
ca eger latî êre bo hatî
pêẍember fermûy ke pyawî feqîr
le herdû dinya řûřeşe û zwîr
dûbare fermûy feqîrî û sextî
nizîke bo řêy kufir û bedbextî
şaf’î fermûy geřam şerq û ẍerb
le wextî xoşî û asayş û ḧerb
le pûłim baştir nedî le paş dîn
le feqrîş pîstir le řûy ser zemîn
baz fermûy eger bibîte luqman
ya be fesaḧet bigeyte seḧban
wek îbnumuqle bikêşî řeqem
terkî dinya key wek îbnu’edhem
eger bêmał bî netbê letê nan
qedirit nagirin beqed yek qewan
le folkilor û qisey ’ewama
nazanim witey şa’îran kame
herka řostemî netewey załî
hîç qurbit nîye çûnka bêmałî
aman nexłetî be dizî û ḧîzî
xot derkey le des feqir û bê çîzî
be kilesûtê û çaplûsî û řya
bisênî miłk û bifroşî ḧeya
bełkû şan û qoł baş bixeyte kar
wek pyaw desbêne dirhem û dînar
wek merdî meydan xizmet ke be gel
nek wek şipirzePen name şil û tewezel!