wergêřawî ẍezelêkî tirî ḧafîzî şîrazî

From the Book:
Gird û Ko
By:
Nafe Mazhar (1913-1998)
 1 minutes  514 views
dił wextê nawî camî cemî bîst
lay xoybû ke çî le minî ewîst
le şwênî wêłbû be her çwar dewra
le bincî derya û le gewşey hewra
bo duřřî nayab le kewn û mekan
serlêşêwawî deryay epşikan
hawarim birde lay pîrî muẍan
řewanşinas û ustadî zorzan
dîm ser û dił xoş, camê mey be kef
têyda deřwanê bo hemû teřef
eybînî deşt û kêw û çałî û çoł
şar û dê û derya, xiř û şîw û doł
witim em came ḧekîm key pêyday
witî: le bînay gumbezî mînay
ew kesey diłî wek ẍunçe wabû
pêçrawe û sersûr wek mu’emma bû
xatratî xoy enûsî lewê
xwa û řasan ta ber herkesê kewê
her cadû û sêḧrê ke lewê dabû
herwek samrî û karî mûsa bû
witî ew yare ke dayan le dar
gunaḧî çî bû? faşî kird esrar
feyzî řoḧî pak eger bête beyn
êmeyş wek mesîḧ karî zil ekeyn
bêdłê daym ke xway lela bû
ney’edî û herwa xwaxway bû
witim zincîrî zułfî boçî bû?
witî bo «ḧafiz» giley şêtî bû!