derya be demî seg giław nabê
From the Book:
            Gird û Ko
        By:
                Nafe Mazhar (1913-1998)
        
             1 minutes
             1485 views
        
        
    be witey dujmin dos xeraw nabê
derya be demî seg giław nabê
řêpeydakirdin bo kursî meclîs
be maker mele û be masaw nabê
herçen girîmî řîş û simêl kat
eme bizane jin be pyaw nabê
be’zê kewçkin bo her kaseyê
tenya ’eynekê bo her çaw nabê
nazanim kabra ke emaney bîst
le tirêqîda çon be aw nabê!