kerî winbû

«wergêřawî şî’rî «xir gimişde» fixraldîn ’iraqî»
From the Book:
Gird û Ko
By:
Nafe Mazhar (1913-1998)
 1 minutes  542 views
wam bîstuwe ’aşiqêkî diłbaz
enderzî eda le xakî şîraz
řojê çuwe ser qeraxî mînber
bo şerḧ û beyanî ’îşqî diłber
zor baş be diłêkî agirînî
sûtanî diłanî hawinşînî
nakaw neferêkî ladêy gêj
hawřaz û řifêqî ga û gwêdrêj
qêřanî: witî mela bese qise û bas
toxwa were herwekû biray xas
lêm gûm buwe yek kerêkî zor çak
nîme ne xew û qerar û xorak
fermû be cema’etê ke lêran
bimdatewe em kerem be xêran
şêx awřî dayewe biray min
danîşe kemê be sebir û hêmin
ew wexte be dengî berz û diłgîr
řûy kirde cema’etî ḧazrî pîr
kêye le cuwan û pîrî meclîs
’îşqî nedîwe û nebuwe hergîs
kabrayêkî bozî larî segsar
hełsa lenêwan û hate guftar
min tawekû êste bo nimûne
nemzanîye ’aşiqî çilone
şêx xuřîye cwan neqîze bêre
awa kerekey etoye lêre
herkes ke le ’îşq bêxeber bê
herwek kere lêgerê ke ker bê!