řageyandinî řageyên

From the Book:
Gird û Ko
By:
Nafe Mazhar (1913-1998)
 1 minutes  509 views
wa’îzê xełkî edoşî bo dîn
daye gwêy bê hunerî zahîrbîn
ke xwa dûre le ferheng û edeb
xoy sewadî nebuwe fexrî ’eřeb
feylesûf û udeba bê dînin
ḧor û ẍîlman ebeden nabînin
řût û qûtin le cîhanî fanî
ḧałî ewlay tirî xot eyzanî
hem le dinya û le qyamet meḧrûm
hem lelay bende û xalq meḧkûm
xoy lela ’aqłe ya pispoře
boye wa çakî kewakey şoře
quř beser danîş û bîr û hoşî
quř beser peyřewekanî û xoşî
eme dinyaye weha pîs û kesîf
wa debînim le seqeryan be ředîf
gurz û zencîr û qeładey agir
her le êstawe eken boy ḧazir
qet cigergoşey xot bo mekteb
bo hewa û cîfey dinya û menseb
nek binêrî ke lewê řûřeş bê
le beheşt û le beqa bêbeş bê
to temaşake mu’ellêm matin
bêbeha û qedir û feqîr û latin
ey xwa ême le nawyan derçîn
gişt biłêyn řebbî îlahî amîn