madeperest

From the Book:
Gird û Ko
By:
Nafe Mazhar (1913-1998)
 1 minutes  511 views
way be wextê ke kemî û řojî teng
pay nya saḧetî pakî ferheng
mîlletî madeperestî gadił
le xwa û dîn û ḧeqîqet ẍafił
’eqłî wirdî wekû kendû wabû
zîndûy herwekû mirdû wabû
malk û şêx û mela û bazařî
le şi’ûr û le feraset ’arî
lay ewan danş û dîn îblîs bû
saḧetî medreseyan la pîs bû
řemzê bo pyawî bê’aga lêden
wekû bilwêrêke bo gay lêden
ew kesaney ke me’arîfxiwaz bûn
xawenî gunye û nan û pîwaz bûn
xanuwekey ger kelaweyek teř bû
xoy lewê malkî beḧir û beř bû
şiř û wiř mûy ser û řîşî zor bû
bedenî giştî le çiłka bor bû
zahrî řêqet û giryan û esef
batnî ’êzet û ’îrfan û şeřef