hawar

From the Book:
Gird û Ko
By:
Nafe Mazhar (1913-1998)
 1 minutes  791 views
meden lêm tane tîzim pêmeken
min eger bê hoş û goşim xełke hawar
ze’îfim bêdesim daym hîlakim
nexoşim hey nexoşim xełke hawar
mefermûn şî’rî wit ya xo edîbe
xeyał êrête coşim xełke hawar
ledes saqî xefet zehrî demadem
be řoj û şew denoşim xełke hawar
be ẍeyrî ’arzî her şerḧî ẍem bû
’imûmî şî’rî xoşim xełke hawar
lepaş řûtî nyam teştê be sermo
witim tełxî firoşim xełke hawar
weha manûm û keř bûm ledes ker
ke bendî lefzî coşim xełke hawar
biłê dûbare nafî’Pen name tane bes ken
eger bê goş û hoşim xełke hawar!