gileyî le bext

From the Book:
Gird û Ko
By:
Nafe Mazhar (1913-1998)
 1 minutes  768 views
herçî pîney bextî xom da ber dirûman û terîb
kuntir û şiř û winciř û minciř becarê bû be şîp
xûm be tełxî girtuwe ger dê dełêm «ni’im alirfîq»Arabic
xwanexwase xoşî er bê pêy dełêm «bi’is aliḧbîb»Arabic
besye serkûbîm meken xizmînekey diłsozekan
taze şêtim çakewe nabim be hîç şêx û tebîb
derd û de’yey qoř û ẍem esił û neseb hem kirdimî
’aqîbet damaw û ker her wek mela meḧmûy xetîb
wa le ḧennay min be dû řê hem keřîş bûn û kerîş
ew kesaney wa ke řîşyan hêştewe her bo ferîb
çende xoşî wit zehîreddîn le pîsî aşna
«ba ẍirîban gir byamîzim z min nibud ẍirîb»Persian
çim beserdê paş ewey min wa be pestî kewtime
jêr desî ḧîz û ker û namerd û qełb û nanecîb
çî bikem bêjim çî yařebî xudaye keyfte
mamewe bêçare û bêdes le giştê bê nesîb
herwekû fermûye se’dîPen name waye nafî’Pen name ẍem mexo:
«hir nişîbî ra firazî û hir firazî ra nişîb»Persian