na umêdî...

«pênc xiştekî leser ẍezelêkî kurdî»
From the Book:
Dîwanî Fayiq Bêkes
By:
Faeq Bekas (1905-1948)
 3 minutes  974 views
le dinyada nîye wek min be’eşqî ew giruftarê
ser û małim le řêy dana, keçî lutfî nebû carê
sefîl û derbeder řojê le kûçe û qujbinî şarê
«eman mirdim ’îlacê, sa le řêy pêẍembera çarê
wîsal ya qetłe ya teksîn, le her sê bom biken karê»
***
tifû lem dehre piř qehre, le xoşî û serwet û bûnî
ewî danaye boy naye. sefaye lay ker û kûnî
le daxî dewrî nahemwar û pîşe û kirdewey dûnî
«le kuncî sîne dengî ay û oy dił dê bemeḧzûnî
wêran bê nem dî satê lêy neyê nałey birîndarê»
***
hemû kes pêm ełê şêtî weha xot meḧû berba kird
le řêy em xakeda fewtay û sed lekket ke peyda kird
çi sûdêkî hebû bo to ewendet ceng û de’wa kird
«elay her kes eçim men’im eka xot bo çî řîswa kird
dirêẍ kwa ḧał zanê, řebîy tûşim bênî bîmarê»
***
le kořî ’eşq û diłdarî heta zû derbiçim çake
hemû řencim be fîřo çû legeł ew şoxe bê bake
řezîl û sûk û řîswa bûm were ḧałim temaşake
«lejêr barî ẍema wa şanî sebirim řêşe êstake
fîraqî yar leber axirşeřî lêm bote serbarê»
***
îlahî boç le dunyada beşî min şîn û giryan bêt
’edem lem jîne xoştir bû ’erîzem xo nedabû pêt
hemîşe wêł û sergerdan û besewday ’eşqewe wek şêt
«seba yaranî meclîs ger hewałî min epirsin lêt
biłê kêşaye meyxane dû çawî bêçuwe ’eyyarê»
***
sefa dûre le însanî edîb û ’aşiq û şa’îr
beşî her derd û zûxawe, derûnî keyle piř agir
çi dił sextêke tûşî bûm necatim dey xuday qadir
«le nez’a pêy ełêm qurban cefa besye... ełê kafir
erê çît dîge to seg mergî karim mage pêt carê»
***
bira kewtûme ber lîsî zemane û çerxî çep kirdey
benaşukirî nebê řojê nebû boxom biłêm oxey
’îlacî derdî min naye be’ûd û řûd û camî mey
«weha sûtawim esłen tabî firyadim nema sa dey
řefîqan nîwe sûtin êwe namerd ’erze hawarê»
***
hezaran řeḧmetit lê bê le şî’ra çend teř û wirdî
’ezîzim «mistefa beg»Pen name to nemirdûy, kê ełê mirdî
cwabî waye bêkesPen name ger biłên teqdîrî boç kirdî
«duř û yaqût ebarê lem kelame şîrney «kurdî»Pen name
desa xwa kwa le dinyada qedirzan û xirîdarê»