şorî bêkes

From the Book:
Dîwanî Fayiq Bêkes
By:
Faeq Bekas (1905-1948)
 1 minutes  653 views
diłê ter nebê... diłê teř nebê
diłê le xoya da’îm teř nebê...
serxoşî badey řûy dulber nebê
be camî şerab keyl û mestî key
xwaye ew diłe da’îm pestî key
***
diłê hêlaney ’eşqî yar nebê
betîrî nazî birîndar nebê
kuştey dû dîdey piř xumar nebê
becamî şerab neş’ey pê bidey
xwaye ew diłe da’îm pestî key
***
diłê ke kangay me’rîfet nebê
serçawey ’eşq û muḧbibet nebê
řehberî řêgey ḧeqîqet nebê
becamî şerap cîlwey derbixey
xwaye ew diłe da’îm pestî key
***
diłê dûçarî xefet nebûbê
beşmişêrî ’eşq let let nebûbê
perwerdey derd û mîḧnet nebûbê
awatî nebê ẍeyrez mey û ney
xwaye ew diłe da’îm pestî key...